Wan – Di Newroza Wanê de polîsên li benda kontrolê ya Qada Newrozê hewl da lêgerîna siyasetmedaran bike. Siyasetmedaran bertek nîşanî vê hewldana provakasyonê dan û piştî nîqaşan ketin li qadê.
Serê sibê hezaran welatî ji bo tevlibûna pîrozbahiyên Newroza berê xwe dan qada Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê. Hat destnîşankirin ku polîsên ku hewl dan provakasyonekê derxin xwestin siyasetmedar Veysî Aktaş û Endama MYKa DEM Partiyê Derya Aslan ên li gel Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan hatibûn qadê, lêgerîn bikin. Ev helwesta polîsan bû sedema nerazîbûneke tund.
Siyasetmedarên vê ferzkirina polîsan qebûl nekirine bertek nîşanî vê nêzîkatiya polîsan dan. Piştî nîqaşan siyasetmedar ketin li qadê.













