Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Newroza Wanê axivî û wiha got: “Ev pêvajo ji bo 86 milyonî ye. Demokrasî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesê ku li Tirkiyeyê dijî ye. Bila dilê her kesî rehet be. Ev pêvajo ne pêvajoyeke ku Tirkiyeyê parçe dike ye; berevajî wê, dê bibe pêvajoyeke ku Tirkiyeyê dike yek, dike bira û wekhev dike.”
Newroza Wanê bi şiara “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û bi beşdariya deh hezaran kesan tê pîrozkirin. Piştî axaftina Veysî Aktaş, aktivîsta TJAyê Derya Aslan gel silav kir û Newroza girtiyên siyasî pîroz kir. Derya Aslan bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha got: “Ev rê, rêya azadiyê ye. Gelê Kurd bi ruhê yekîtiya neteweyî li her çar parçeyên Kurdistanê bû yek. Têkoşîna neteweyî ji bo me tiştekî wisa ye ku divê em xwedî lê derkevin. Pêdivî ye em 24 saetan bê xew têbiköşin. Rêberiya me perspektîfa azadiya jinê ava kir. Bêyî azadiya jinê, azadiya civakî nabe. Şîara ‘Jin, jiyan, azadî’ şîara me ya bingehîn a azadiyê ye.”
‘Newroza 2026an Newroza derbasbûna ji serhildanê ber bi avakirinê ye’
Piştî vêxistina agirê Newrozê, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derket ser dikê û xîtabî girseyê kir. Tuncer Bakirhan wiha got: “Newroza sala 2026an Newrozeke cuda ye. Ev Newroz, Newroza derbasbûna ji serhildanê ber bi avakirinê ve ye. Ev Newroz, Newrozeke avaker e. Newroza serdemeke nû ye. Em dibêjin serdemeke nû, lê wekî ku hêzên ewlehiyê yên li Wanê ji vê serdema nû ne agahdar in. Ew di serdema kevin de mane. Ew neguherîne. Ew hîn jî difikirin ku bi zextên li ser gelê Wanê dikarin rê li pîrozkirina Newrozê bigirin. Ez li vir kesên ku îro li nuqteyên lêgerînê eziyetê li gelê me dikin şermezar dikim. Em dibêjin ku me serdemeke nû da destpêkirin. Em hewl didin jiyaneke ku tê de şer û tundî nîn be û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe ava bikin. Hêvî dikim ku bayê aştiyê yê li Enqereyê diêşe, li Wanê jî bixe.”
‘Helwesta me ya li dijî şerê li Îranê zelal e’
Bakirhan bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn û got: “Hema bêje li ser hemû paytextên Rojhilata Navîn bombeyan dibarin. Sedema vê yekê tenê yek e; Li tu welatê ku demokrasî û azadî lê nîn be, aramî jî nîn e. Binêrin, li tenişta me Îran heye. Gelên Îranê bi salan e di bin zilma rejîma Şah de man. 40-50 sal in jî zilma rejîma molla li ser Îranê heye. Ji ber ku li Îranê demokrasî nîn e û mafên demokratîk ên Kurd, Belûc, Azerî, jin û mirovên cuda nayên dîtin, rejîma Îran rûbirûyê hilweşînê ye. Helwesta me ya derbarê şerê li Îranê de zelal e; Em ne piştgiriyê didin mudaxileya emperyalîst, ne jî piştgiriyê didin rejîma molla ya zordar ku sêpêyên darvekirinê datîne. Em piştgiriyê didin têkoşîna bi rûmet a Kurdan, a jinên ku dibêjin ‘Jin, jiyan, azadî’ û a ciwanan. Çareserî li Îranê naskirina mafên rêvebirinê û nasnameyên gelan e.”
‘Kurd dixwazin statuya birêz Ocalan zelal bibe’
Bakirhan derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî wiha axivî: “Me hemûyan bangawaziya birêz Ocalan a 27ê Sibatê dît. Di eslê xwe de birêz Ocalan ev mudaxileyên emperyal dît û pêvajoyeke wiha da destpêkirin. Armanca wî ew bû ku ne Îran û ne jî welatên herêmê rûbirûyê mudaxileyên emperyal nebin. 27ê Sibatê ronahiyek bû ji bo tarîtiya Rojhilata Navîn. Hîn jî ji me dipirsin ‘Kurd çi dixwazin?’ Kurd naskirina nasnameya xwe dixwazin. Kurd welatîbûna wekhev dixwazin. Kurd perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin. Kurd demokrasiya herêmî dixwazin. Wanî dixwazin qeyûm herin û Şaredar Neslîhan û Şaredar Abdullah şaredariyê bi rêve bibin. Kurd dixwazin statuya birêz Ocalan zelal bibe; ne statuyeke de-facto statuyeke fermî dixwazin.”
‘Demokrasî ji bo her kesî ye’
Bakirhan axaftina xwe bi banga yekîtiyê bi dawî kir: “Ev pêvajo ji bo 86 milyonî ye. Ev pêvajo Tirkiyeyê parçe nake, berevajî xerakirinê dike yek û bira. Ez bang li Kurdan dikim; Em yek in. Kobanê ji bo me çi be, Wan ew e. Urmiye ji bo Kurdan çi be, Silêmanî û Hewlêr ew e. Divê Kurd di vê serdema ku qedera gelan tê diyarkirin de, yekîtiya xwe ya neteweyî û demokratîk ava bikin. Dibe ku cudahiyên me hebin, lê di vê pêvajoyê de divê tu partî û saziyeke Kurd ji yekîtiyê nereve.”
Piştî axaftina Bakirhan, Koma Agirê Jiyan derket ser dikê û stranên ji hev xweştir got.













