Li navenda Şirnexê û navçeya Gimgimê ya Mûşe bi coşeke mezin dest pê kirin.
Pîrozbahiyên Cejna Newrozê yên Şirnexê û navçeya Gimgimê ya Mûşê, bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” bi coşeke mezin dest pê kirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir dê di pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Şirnexê de axaftinan bikin.















