Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku di êrişa li Enbarê ya li ser hêzên Haşdî Şabî de 7 çekdarên wan hatine kuştin, 13 çekdarên wan jî birîndar bûne.
Îro li navçeya Henbaniye ya ser bi parêzgeha Enbar ya Iraqê ve, balafirên şer baregeha Haşdî Şabî bombebaran kirin.
Wezareta Parastinê ya Iraqê derbarê êrişê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Li gorî daxuyaniyê di encama êrişê de 7 çekdarên Haşdî Şabî hatine kuştin û 13 çekdar jî birîndar bûne.
Wezaretê êrişê weke binpêkirina serweriya welat binav kir û wiha hate gotin: ‘‘Ev êriş sûc e û nûnertiya pêşketinek metirsidar dike û pêdivî bi bersivek tund û lêpirsîna berpirsyaran heye. Hedefgirtina saziyan suce, ji ber ku saziyên tên hedefgirtin, hemû jî girêdayî rizgarkirina jiyan û dabînkirina çavdêriya ji bo hêzên ewlekariyê ye. Ev êrişa tirsonek nabe sedem ku xebatkarên me erkên xwe rawestînin, berovajî vê vîna wan ya ji bo xizmeta gel û welat xurtir dike. Li gorî qanûnê bersiva destdirêjiyan, mafê Wezareta Parastinê ye.’’













