Serokê Saziya Îstîxbaratê ya Neteweyî (MÎT) ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin di saetên serê sibê de çû Kerkûkê.
Serokê Saziya Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin duh serdana Iraqê kir û bi rayedaran re civiya. Hate zanîn Kalin danê siharê çûye Kerkûkê jî.
Hate ragihandin ku Kalin ji aliyê waliyê Kerkûkê yê Serokê Giştî yê Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) Mihemed Seman ve hatiye pêşwazîkirin.
Sedema serdana Îbrahîm Kalin ya ji bo Kerkûkê nehate zanîn, lê balkêşe ku ev serdan piştî vegera waliyê Kerkûkê Mihemed Seman ya ji Konferansa Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê pêk hat çêbûye.
Lewre di vê konferansê de Seman Axa, daxwaz kiribû ku Kerkûk jî bibe endamê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê û ev yek bûbû sedema nerazîbûnan ku çawa Kerkûk wek bajarekî Kurdistan dibe endamê vê yekitiyê.













