Polîsan serê sibê li Sêrtê ser gelek malan girtin û ciwanek binçav kirin.
Îro serê sibê polîsan li Sêrtê di ser gelek malan de girtin û ciwanek binçav kirin. Hat zanîn ku di serdegirtina malê de polîsan ciwanê bi navê Mehmet Salîh Aslan bi angaşta di pîrozbahiya Newrozê de “Propagandaya rêxistinê” kiriye kiriye binçav kiriye.
Hat zanîn ku polîs di serdagirtinê de deriyên malan şikandine, bi solên herî ketine nava malê, bi tevlihevkirinê lêgerîn kirine û heqeret li malbatê kirine.
Hat diyarkirin ku polîsan li ser gelek malên din jî girtine û di serdagirtina malekê de îşkence li ciwanekê kirine.











