Li Amedê, meseleya cafeyên li derdora Pira Dehderî vediguhere krîzeke kûr. Piştî helwesta Şaredariya Bajarê Mezin a ji bo rakirina avahiyên bêdestûr, xwediyên cafeyan ku berê di civînekê de bêrêzî li şaredar kiribûn, vê carê êrişî rojnamegerekî kirin.
Pira Dehderî û Baxçeyên Hewselê mîrateya hemû mirovahiyê ne. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ev demeke dirêj e amadekariyan dike ku derdora pirê ji avahiyên neqanûnî paqij bike. Armanc parastina nasnameya dîrokî ya pirê û ekosîstema Hewselê ye. Lê belê, ev hewldana şaredariyê ji aliyê hin komên ku van deran wekî milkê xwe yê taybet dibînin, bi bertekên tund tê pêşwazîkirin.
Dîrok û xweza di bin metirsiyê de ne
Berî çend hefteyan li navenda Çand Amedê, bi pêşengintiya Konseya Bajêr a Amedê civînek di navbera rayedarên şaredariyê û xwediyên cafeyan de hatibû lidarxistin. Di civînê de xwediyên cafeyan li Hevşaredarên Bajarê Mezin bêrêzî kiribûn û bi zimanekî gefxwar nêzî meseleyê bûbûn.
Vê carê êrişî rojnameger kirin
Rojnameger Abdullah Akyol ê ku dixwest vê mijarê bişopîne û rewşa derdora pirê ji raya giştî re ragihîne, rastî êrişekê hat. Akyol, dema ku bi hevaleke xwe re li ser pirê ye, ji aliyê karker û xwediyên cafeyan ve hat dorpêçkirin.
Rojnameger Abdullah Akyol di daxuyaniya xwe de bûyerê wiha ragihand: “Dema min karê xwe dikir, karker û xwediyên cafeyan ez bi zorê birim beşa metbexê. Li wir heqaretên giran li min kirin û gotin, ‘Pira Dehderî ya me ye, tu nikarî li vir dîmenan bikişînî’. Piştre nêzî 10 kesan êrişî fizîkî û devkî li min û hevala min kirin. Min berê jî derbarê meseleya derdora Pira Dehderî de nûçe çêkiribû, ji ber vê yekê van kesan min kirin hedef.”
Akyol ragihand ku piştî êrişê rapora ku şîdet lê hatiye kirin wergirtiye û li dijî êrişkaran serî li rêyên hiqûqî daye.













