Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku Marco Robîo bi riya telefonê bi Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî axiviye û ji bo peşmergeyên di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dane, sersaxî xwestiye.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxuyand ku Wezîrê Karên Derve Marco Rubîo bi riya telefonê, bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axiviye. Wezaret da zanîn ku Marco Rubîo ji bo malbatên pêşmergeyên ku di êrişa Îranê ya 24ê Adarê de jiyana xwe ji dest dane, sersaxî xwest. Hat gotin ku Rubîo ji bo destûr daye ku petrol ji herêmê bigihije bazara cîhanê jî spasiyên xwe li Mesrûr Barzanî kiriye.













