Erzirom – Rêya gundê Hacîbayramê yê navçeya Qereyaziyê ku di bin berpirsyariya Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê de ye, ji ber xemsariyê hemû bûye çal û xera bûye. Gundiyan diyar kir ku tevî bi dehan caran serî li şaredariyê dane jî rêya wan nayê çêkirin û gotin: “Ji ber ku gundê me dengê xwe daye DEM Partiyê, em bi vê cihêkariyê re rûbirû dimînin.”
Bûyerên xwezayî yên wekî baran û berfê, bi taybetî di mehên zivistanê de dibin sedema xirabûna rêyan û jiyana rojane zehmet dikin. Ev rewş di çûnehatê de dibe sedema astengiyan, rîskên ewlehiyê derdixe holê û zirarên madî dide welatiyan. Çareserkirin û pêşîlêgirtina van pirsgirêkan, berî her tiştî di bin berpirsyariya saziyên dewletê de ye. Bi taybetî jî li bajarên mezin berpirsiyarî dikeve ser milê şaredariyan.
Pêdivî ye ku şaredarî xebatên parastin û sererastkirina rêyan bi awayekî periyodîk û plankirî bimeşînin, bi taybetî beriya demsala baran û berfê divê tedbîrên pêwîst werin girtin. Çareserkirina pirsgirêkên rêyan ne tenê xizmetek e, ji bo jiyaneke ewle û rehet mecbûriyetek e. Ji ber vê yekê, divê şaredarî bi awayekî çalaktir û bi pergalên mayînde tevbigere. Lê belê, tevî van hemû berpirsiyariyan, li Gundê Hacîbayramê yê ser bi navçeya Qereyaziya Erziromê ve 5 sal in ji vê xizmetê bêpar hatiye hîştin. Welatiyên Gundê Hacîbayramê li ser vê mijarê agahî dan û diyar kirin ku daxwazên wan ên ji bo çêkirina rê heta niha bêbersiv mane.

Gundiyên Hacîbayramê diyar kirin ku şaredarî bi zanebûn rêyên wan çênake û wan ceza dike. Di rêya gund de wesayît dibin xurde û xesar digihîje wan. Welatî êdî naxwazin bibin qurbaniyên cihêkariya siyasî û bang li Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê kirin ku demildest rêya wan were çêkirin. Li Erziromê xemsariya ji bo rêya gundan, jiyana welatiyan kiriye dojeh. Rêya gund a ku nêzî 5 sal in tu xebatên sererastkirinê lê nehatine kirin, ji ber çal û xirabûnê dibe sedema ku wesayîtên gundiyan jî xira bibin. Gundî dibêjin ku ji ber vê rêyê her roj wesayîtên wan xira dibin û zirarek mezin a madî dibînin.
‘Daxwazname bêbersiv dimînin û hewldan tune ne’
Li gorî agahiyên ku ji gundiyan hatine girtin, serîlêdanên fermî û daxwaznameyên ku pêşkêşî Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê kirine, heta niha bêbersiv mane. Welatiyên ku dibêjin şaredariyê heta îro tu gavên berbiçav neavêtine, bawer dikin ku ev xemsariya 5 salan bi zanabûn tê kirin.
Gundî îdia dikin ku çênekirina rê ne ji ber kêşeya teknîkî an aborî ye, lê belê ji ber tercîha wan a siyasî ye. Gundiyan rewşa xwe bi van gotinan anîn ziman: “Em 5 sal in vî cefayî dikişînin. Erebên me di vê rêyê de peritîn, maşînên me bûn wekî hurdeyan. Me gelek caran ji Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê re got, daxwazname da lê tu tedbîr nehatin girtin. Em bawer dikin ku ji ber gundê me dengê xwe daye DEM Partiyê, cihêkarî tê kirin. Nayê qebûlkirin ku xizmet li gorî tercîha siyasî were kirin.”
Bang li rayedaran kirin
Gundiyan bang li Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê û rayedaran kir ku li gorî prensîba “di xizmetê de wekhevî” tevbigerin. Welatiyan bi bîr xist ku nêrîna siyasî çi dibe bila bibe, mafê her gundî heye ku rêyeke maqûl hebe û xwestin ku rêya wan demildest were çêkirin.







