Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku xwe amade dike ku derbarê hevdîtinên bi Îranê re biryara xwe ya dawî bide.
Serokê DYAyê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social parvekirinek kir û got: “Ez ê niha ji bo biryara dawî bidim, li Jûra Rewşê civînekê pêk bînim.”
Trump destnîşan kir ku divê Îran bipejirîne ku tu carî nebe xwediyê çekên nukleerî û banga vekirina tavilê ya Tengava Hurmuzê û paqijkirina tengavê ji hemû mayinan kir.
Her wiha Trump got ku stokên uranyuma dewlemendkirî yên Îranê dê ji aliyê DYAyê ve, bi koordînasyona Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re werin derxistin û îmhakirin. Trump anî ziman ku “Ji bo niha tu pevguhertina pere nabe.”
Îranê jî ragihand ku dabînkirina peymanê bi wê yekê ve girêdayî ye ku Washington dev ji “daxwazên xwe yên zêde” berde. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araghchî helwesta DYAyê ya “guherbar û nakok” rexne kir û diyar kir ku ji bo peymaneke dawî, divê ev nêzîkatî bi dawî bibe.












