Li bajarê Dihokê bi droneke bombebarkirî êrişî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat kirin û dironek jî hat xistin. Serokwezîrê Iraqê jî bi telefonê li gel Barzanî axivî û biryar da ku ji bo lêpirsîna bûyerê komîsyonek lêkolînê were avakirin.
Îro di saetên piştî nîvro de bi droneke bombebarkirî êrişî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li bajarê Dihokê hat kirin. Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê jî dan zanîn ku dronek li nêzî mala Nêçîrvan Barzanî ket, teqînek çêkir û pergala parastina asîmanî jî dronek din jî beriya ku bigihîne armanca xwe xistine.
Piştî êrişê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi telefonê li gel Barzanî axivî, êriş şermezar kir û diyar kir ku hikumet vê êrişê red dike. Sûdanî got ku pêwîstî bi parastina ewlehî û aramiya welat heye.
Sûdanî biryar da ku tîmeke ewlehî û pîşeyî ya hevbeş ji hikumeta Bexdayê û Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo lêpirsîna bûyerê were avakirin, aliyên êriş pêk anîne werin diyarkirin û tedbîrên qanûnî li dijî wan werin girtin.













