Balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê êrişek giran li ser çend deverekî hestiyar yên Îranê di nava wan de jî santrala atomî ya Buşehrê pêkanîn.
Êrişên Amerîka û Îsraîl yên li dijî Îranê di roja 28an de didomin. Li gor medyaya Îranê, îro balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê di saet 14:15an de êrişek giran li ser navendekî asîmanî, balafirgeh û derdora santrala atomî ya Buşehr pêkanîn.
Her wiha hat diyarkirin ku balafirên şer navenda Sîber ya Supayê Pasdaran a Îranê ya li devera Kuheyk jî bombebaran kirine.
Di nava rojê de jî balafirên şer yên Amerîka-Îsraîlê gelek caran li Tehran, Esfehan, Tewrêz û Kirmaşan deverên cûda bombebaran kirin.













