Li Dihokê di nava 24 saetan de 12 dronên li asmanên herêmê digeriyan hatin xistin.
Di nava 6 rojên borî de gelek carî bi dronan êrişî sinorê Parêzgeha Dihokê yê başûrê Kurdistanê hatiye kirin. Li gorî agahiyan, piranî dronên êriş kirine bê ku bigihêjin armanca xwe hatine tinekirin.
Di êrişan de mala Serokê Herêma Kurdistanê ya Demborî Nêçîrvan Barzanî jî hate bombekirin.











