Amed-Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê li Parka Koşuyoluyê derbarê gotinên nijadperest ên Rahmî Koç ên li dijî jinên Kurd de daxuyanî da û diyar kir ku mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef.
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê der barê gotinên nijadperest ên Rahmî Koç ên li dijî jinên Kurd de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ hate berzkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku helwesta jinên kurd ji bo hemû beşên cîhanê mînakek e û wiha hat gotin: “Wekî jinên kurd, em gotinên Rehmî Koç şermezar dikin ku nasnameya etnîkî ya jinên Kurd di bin navê henekan de hedef girt. Îro, jinên Kurd bi helwest, têkoşîn, kesayetî û jiyana xwe ya bi rûmet ji cîhanê re mînak tên nîşandan; ne mimkûn e ku nêzîkatiyên li ser bingeha hêza sermayeyê werin qebûlkirin. Nasnameya wê ya etînîkî û zimanê wê çi dibe bila bibe tu jin nikare bê biçûkxistin.”
Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku parastina van gotinên wekî ‘henek’ an ‘mîzah’ nayê qebûlkirin û ev tişt anî ziman: “Divê mirov bi fikirîna li ser diya xwe, hevjîna xwe yan keça xwe bikaribe fêm bike ka ev gotin çiqas bi êş in. Tu gotarek ku jinan biçûk dixe nikare wekî mîzah were hesibandin. Di warê mirovahî, maf û rûmetê de di navbera jinên Kurd û jinên Tirk de tu ferq tune ye. Jin dayik, heval û kedkar in. Jinên Kurd jî sembolek girîng a têkoşîna bi rûmet, berxwedan û hevgirtina civakî ne. Ji ber vê yekê, em bawer in ku divê berî her tiştî ji hemû jinên Kurd lêborînek were xwestin. Ger li vî welatî edalet, qanûn hebe, divê hesasiyeta pêwîst li hember daxuyaniyên wiha yên ku jinan û nasnameya gelekî hedef digirin were nîşandan. Mafê kesî tune ye û dê qet nebe ku heqaretê li jinan, nemaze jinên Kurd, bike.”
Daxuyanî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.













