• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê yê du ciwanên Kurd erê kir

    Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê yê du ciwanên Kurd erê kir

    Rejîmê Îranî Kirmanşan de 2 ciwanê Kurdî qetil kerdî

    Cenazeyên Mojtaba û Maysam Waisî bi girseyî hatin veşartin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 31ê GULANA 2026an

    Li Denîzliyê qeza: 8 kes mirin û 33 kes birîndar bûn

    Li Denîzliyê qeza: 8 kes mirin û 33 kes birîndar bûn

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê yê du ciwanên Kurd erê kir

    Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê yê du ciwanên Kurd erê kir

    Rejîmê Îranî Kirmanşan de 2 ciwanê Kurdî qetil kerdî

    Cenazeyên Mojtaba û Maysam Waisî bi girseyî hatin veşartin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 31ê GULANA 2026an

    Li Denîzliyê qeza: 8 kes mirin û 33 kes birîndar bûn

    Li Denîzliyê qeza: 8 kes mirin û 33 kes birîndar bûn

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe diyar bûn

Navenda Nûçeyan/ AW

31 ADAR 2026 - 14:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi armanca bîranîna nûçegihanê Evrenselê Metîn Goktepe, jiyandina bîranînên rojnamegerên ser kar û ji bo rojnamegerên nû li ser bingeha rastiyê arasteyî kar werin kirin 29emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn. Rojnamegerên ku xelat girtine dê 10ê Nîsanê xelatên xwe bistînin. 

 

Rojnamegerên ku xelatê girtine ji aliyê juriya ji Abdurrahman Gok, Çîgdem Toker, Gokçer Tahîncîoglû, Nazim Alpman, Nurcan Bîlge Gokdemîr, Ozlem Akarsu Çelîk, Sultan Ozer û Tîmur Soykan pêk tê diyar kirin.

Di beşa nûçeya nivîskî de du xelat hatin dayîn

Xelata nûçeya nivîskî bi sernavê “Bi Pêncên Tirk re hev nas bikin: Ji çekên hatine guhertin de rola Tirkiyeyê çi ye?” Hazar Dost girt. Rojnameger di nûçeya xwe de anî ziman ku derdor û rêxistinên sûc çawa çekên ku gule navêjin (Kurusiki) veguhezîn çekên rastîn û hatin bikaranîn vegot.

Di beşa nivîskî de xelata din ji T24ê Cengîz Anil Bolukbaşi bi dest xist. Sernavê nûçeyê “AYMê derbarê kuştina Veysel Atilgan ê di bûyera Komkujiya 10ê Cotmehê de hatiye kuştin biryara bi yek hevokî: Mafê jiyanê nehat binpêkirin.” bû.

Di beşa nûçeyên nivîskî de 3 xelatên juriyê yên taybet

Di beşa nûçeyên nivîskî de serlêdan bi giranî nivîskî hatin kirin. Jorî di vê beşê de 3 xelatên taybet ên juriyê dan.

Nûçeya Ayşegul Başar a di Bîanetê de hatiye weşandin a sernavê “Ji D.K. ê li ser sînora Nisêbînê hatiye îşkencekirin îdiaya “daxistina alê” nehat pirsîn” Eylem Nazlierê; bi sernavê: “Zarokên di Girtîgehê: Verastkirin an îşkence” nûçeya sêyemîn Cemre Demîrcîoglû, Zeynep Şentek, Craig Shaw û Vedat Oruç bi nûçeya dosya a “Ji keskê ber bi gewrê ve” xelat girtin. Rojnamegeran di nûçeya xwe de diyar kir ku Tirkiye ji sala 2018an ber bi 2024an ji hezar û 860 kîlometre qada xwezayî û çandiniyê veguheriye qada înşeatê.

Xelata beşa dîmenkî

Di beşa nûçeyên dîtbarî de nûçeya “Hakan Tosun li nîveka Stenbolê çawa hate kuştin” a Emre Şîmşek ê T24ê xelat girt. Di nûçeyê de çawaniya kuştina Rojnameger Hakan Tosûn bi berfirehî hatibû vegotin.

Di beşa nûçeya dîtbarî ya di Halk TVê de bi ser navê “Jiyanên bi alan hatine pêçandin: Taxa Harmanlik a Sîlîvrî” hatiye weşandin a Elîfcan Yukselê hêjayî xelata taybet a juriyê hat dîtin.

Xelata Wêneyê

Xelata wêneyê nûçegihanê MAyê Adnan Bîlen bi wêneya xwe ya bi sernavê “Di bin postalan de şahidî” xelat girt. Wêneya Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê Emrah Kertîş dema ji bo mafên jiyanê yên di çalakiyên xwepêşandanê de bike rapor, û hatibû binçavkirin hêjayî xelatê hate dîtin.

Xelata rojnamgeriya herêmî

Di beşa rojnamegeriya herêmî de nûçegihan Akin Bodur bi nûçeya xwe ya bi ser navê “Di sê zimanan cuda de muayene” ê di rojnameya Îskenderûnê ya SES de hatiye weşandin xelat girt. Di nûçeyê de rojnamger bal dikişîne herêma ku zêde koçberî lê çêbûye û ji ber vê yekê jî muayeneyên bi sê zimana tê kirin û ji ber vê yekê jî metirsiya muayeneya şaş an jî kêm tê kirin.

Ji bo rojnamegerên girtî xelata taybet a juriyê

Xelata Juriyê derveyî beşên li jor xelat hatine dayîn, ji bo rojnamegerên ku hatine binçavkirin, girtin û zextên li ser rojnamegeran zêde bûne tê dayîn. Jurî bi boneya “Rojnamegerên binçavkirî û rojnamegeriya di bin êrişan de” biryar da ku vê beşê de jî xelatê bide. Jurî xelatê da dayika Metîn Goktepe. Dayika Metîn ji bo hemû rojnamegerên ku şopdariya heqîqetê dikin re wiha gotibû: “Ji bo min hûn hemû Metîn in”

Rojnamegerên ku xelat girtine dê di rojbûna Metîn Goktepe a 10ê Nîsanê de bi merasîmekê xelatên xwe bigirin.

Etîket: 10ê Nîsan29emîn Xelatên RojnamegeriyêjurîMetîn GoktepeNûçeyên xelat girtine
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe hatin dayîn

Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe hatin dayîn

10 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 31ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê bi hezaran kes bi Koma Amed re stran gotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Anatoliya Navîn heta Bekayê huner û têkoşîna Hozan Zinar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş: Yilmaz Çerçel berdin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi projeya ‘Bîstanên Komunên Jinan’ piştevaniyê xurtir dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (775)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne