Hat ragihandin ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê ku berî niha li du ciwanên Kurd ên bi navê Mihemed Ferecî û Reuf Merûf hatibû birîn, erê kir.
Rejîma Îranê bi armanca tirsandin û tepisandina civakê lêbirîna cezayên darvekirinê ya li kesên azadîxwaz zêdetir kiriye. Li gor nûçeya Kolbernewsê, Dadgeha Bilind ya Îranê cezayê darvekirinê li du ciwanên Kurd ên xelkê bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê yên bi navên Mihemed Ferecî û Reuf Merûf birî.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku her du ciwan di dema serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatine girtin û hatiye gotin ku Dadgeha Bilind a Îranê ji bo bicihanîna cezayê darvekirinê dosyaya her du ciwanên çalakvan pêşkêşî şaxa bicihanîna cezayan kiriye.
Li gorî nûçeyê her du ciwanên Kurd beriya niha ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mihabadê û Dadgeha Miyandwaw ve rastî cezayê darvekirinê hatine. Her çiqas ew ceza destpêkê ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû betalkirin û dosya ji Dadgeha Miyandwaw re hatibû şandin jî lê dadgehê carek din cezayê darvekirinê birî û ji aliyê Dadgeha Giştî ve hatiye erêkirin.
Reuf Merufî û Mihemed Ferecî di sala 2022yan de di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn binçavkirin û şandibûn girtîgeha Urmiyeyê. Sala destpêkê dibin îşkenceyê de îfadeyên wan hatin girtin û rê nedan parêzerên serbixwe li gel wan hevdîtin bikin. Piştre di sala 2023yan de veguhestin girtîgeha Bokanê û ji wê demê ve li wê girtîgehê têne ragirtin.







