Navên 45 kesên di şewata Hotêla Grand a Bolûyê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere bûn.
Di şewata li Hotêla Grand Kartalê ya li Kartalkaya ya Boluyê de 76 kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên 45 welatiyên jiyana xwe ji dest dayin radestî xizmên wan hatin kirin. Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya da zanîn ku li hotêla 12 qat de 238 mêvan hebûn. Yerlîkaya li Kartalkayayê pirsên rojnamegeran bersivand û da zanîn ku heta niha 76 kesan jiyana xwe ji dest dane, nasnameya 45 kesan hatine tespîtkirin û cenaze radestî xizmên wan hatine kirin.
Yerlîkaya got: “Me hê jî nasnameyên kesên din tespît nekirine. Têkildarî vê li saziya tipa edlî nasname tên tespîtkirin û xebatên tespîtkirina DNAyê tên kirin. Dema xebat bi dawî bûn dê radestî malbatên wan bên kirin.”
Navên hin kesên jiyana xwe ji dest dane û hatin eşkerekirin wiha ne:
* Nivîskarê rojnameya Sozcuyê Nedîm Turkmen, hevjîna wî Ayşe Neva Turkmen û zarokên wan Ala Dora û Yucel Ata Turkmen (22).
* Dekanê Fakûlteya Zanîngeha Ozyegînê Prof. Dr. Atakan Yalçin.
* Dr. Ahmet Çetîz ê li Nexweşxaneya Medical Parkê ya Enqereyê dixebitî, hevjîna wî Habîbe Çetîz û zarokên wan Vedat, Sedat û Esat Çetîz.
* Lîstikvana soberiyê ya Fenerbahçeyê Veîa Nîl Apak (11) û Ferda Apak.
* Cîgirê Serokê Komeleya Fenerbahçeyiyan a Boluyê Rifat Dogan, hevjîna wî Ceren Yaman Dogan û keça wan Lalîn Dogan.
* Dîrektorê Febrîqeyê ya Şaxa Çîmentoyê ya Şîrketa Anonîm a Febrîqeyên Çîmentoyê ya Oyakê ya Boluyê Mehmet Cem Dogan, hevjîna wî Ayşemîn Elîf Dogan û keça wan Ayşe Maya Dogan.
* Sporvanê berê yê Galatasarayê Mehmet Cem Dogan, hevjîn û keça wî.
* Serokê Komeleya Endustriyên Depokirina Enerjiyê Can Tokcan, birayê wî Atil Enîs Tokcan û kurên wî Kemal Tokcan û Atlas Kaan Tokcan.
* Bijîşkên diranan Erhan (48) û Yasemen Boncuk Tuzgiray (41) ku hevjîn in û zarokên wan Defne Tuzgîray (11) û Demîr Tuzgîray (8)