Li başûrê Hesekê ji ber sedemeke nediyar agir bi 5 zeviyên genim û ceh ket. Di encama şewatê de nêzî 10 donim erd şewitî.
Li bajarokên Mergede û Şedadê yên li başûrê Hesekê, di nava 48 saetan de agir bi 5 zeviyên genim û ceh ket û di encamê de nêzî 10 donim ceh û genim şewitî.
Tîmên agirkujiyê li parêzgeha Hesekê mudaxile li şewatan kirin û agir vemirandin.
Sedemên şewatan
Bi hatina havînê û germbûna dinyayê bûyerên şewitandina zeviyan zêde dibin. Şewatandin gelek caran bi zanebûn û ji bo aliyê komên çeteyan ve ji bo zirardayîna welatî û aboriya herêmê tên kirin. Herwiha xemsarî û nebaldariya welatiyan jî havînan dibe sedema şewitandina zevî û daristanan.













