Riha – Di Festîvala Amarayê ya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Xelfetiyê hate lidarxistin, wêneyên xweşik ketin ber kadraja ajansa me.
Di çarçoveya rojbûna 77emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li navçeya Xelfeteyê ya Rihayê Rojên Festîvala Amarayê hate lidarxistin. Ji gelek navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê bi hezaran Kurdistanî tev li pîrozbahiya festîvalê bûn. Welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî û xemla xwe ya kesk û sor û zer pîrozbahiyê rengûreng kirin.
Bi taybetî xemla û xêla dayikan a li ber wêneyên Abdullah Ocalan, gerandina govendê, siyasetmedar û stranbêjên derketin ser dikê wêneyên wan ên balkêş û xweşik ketin ber kadraja ajansa me.
Duh tevahiya rojê heta derengiya şevê şahî berdewam kir û gelek wêneyên xweşik xwe raxistin ber çavan.
Ew wêneyên ji festîvalê wiha ne:














