Mitînga Azadiyê ya Amedê ya ku bi hezaran kes beşdar bûn, stranan û bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Bi pêşengtiya DEM Partî û DBPê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve” li Qada Îstasyonê ya Amedê Mitînga Azadiyê hat lidarxistin. Di mitînga ku bi hezaran kes beşdar bû de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. Li qada mitîngê posterên Abdullah Ocalan ên mezin hatin vekirin û li ber stranan govenda hat gerandin.
Ciwan û jin, bi cilên gelêrî yên li xwe kirin dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin, berî ku bikevin qadê, demek dirêj li ber derî sekinîn, di nav çepik, tilîliyan û dirûşmeyan de. Ciwan bi pankarta”Em ji bo azadiya Rêber bi rihê hevalê bindest li vir in” ketin qadê û gelek caran dirûşmeyên “Bê Serok Apo jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û li ber stranên Kurdî, govend gerandin.
Mîtîng bi axaftina komîteya amadekar dest pê kir, piştre Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û ji Sekreteriya Îmraliyê Veysi Aktaş axivîn. Piştî axaftinan, vîdyoyek li ser têkoşîna Kurdan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.
Mîtîng bi stranên ku ji hêla hunermend Pinar Aydinlar, Kadir Çat û Serhado ve gotin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.













