Li Stenbolê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk Mitînga Azadiyê bi coş dest pê kir. Di mitîngê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.
Bi pêşengiya Platfroma Saziyên Demokratîk li Stenbolê Mitînga Azadiyê tê lidarxistin. Mitîng li Qada Baxcilarê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Azadiyê ve” tê lidarxistin. Bi danê sibehê ve ji gelek bajarên derdorê welatî berê xwe dan li Stenbolê. Bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên Kurdî tevlî mitinge bûn.
Welatiyên beşdarî mitîngê bûne wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Mitîng bi coş berdewam dike.




















