Rejîma Îranê 2 girtiyên din ên siyasî darve kir. Di nava hefteyekê de rejîma Îranê 6 girtiyên siyasî bi hinceta “endamê rêxistina Mucahîdên Gel” darve kir.
Rejîma Îranê ragihand wan du girtiyên siyasî bi îdiaya “Endamên rêxistina Mucahîdîn Gel (MEK)” dar kir. Bi van darvekirinan re, ji destpêka şerê heyî û vir ve hejmara girtiyên siyasî yên ji tohmeta endamtiya MEK hatine darvekirin derket 6 kesan.
Tohmeta ‘endambûna rêxistina terorê’
Li gorî nûçeya ajansa Mizan a dadweriya Îranê, girtiyên bi navê Ebûl-Hesen Muntezer û Wahîd Banî-Amîryan îro di despêka sibehê de hatin darvekirin. Dadgehê her du kes bi “endambûna rêxistineke qedexekirî” û “çalakiyên li dijî ewlehiya neteweyî” tawanbar kirin. Di heman dosyeyê de Babak Alîpur, Puya Gobadî, Akbar Daneşvarkar û Muhammed Taghavî Sangdehî jî di nava vê hefteyê de hatibûn darvekirin.
Daraza formalîte ya li pişt deriyan
Saziyên mafên mirovan û aktîvîstên siyasî li hemberî van darvekirinan nerazîbûneke tund nîşan didin. Parêzvanên mafên mirovan destnîşan dikin ku Îran van darvekirinan piştî dadgehkirinên “formalîte” û
di pişt deriyên girtî de pêk tîne û mafê parastinê nadin girtiyan.
Zextên navxweyî û şer
Ji destpêka şerê li dijî Îranê ber bi îro ve, rejîma Tehranê zextên xwe yên li ser muxalîfên navxweyî zêde kirine. Ev darvekirin wekî peyameke çavtirsandinê ji bo komên opozîsyonê û civakê tê nirxandin.













