Piştî ku li Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê (ÎTU) Klûba Kurdî bi fermî hat naskirin, rastî hedefgirtina komên faşîst û hin klûbên zanîngehê hat. Xwendekarên Kurd ên zanîngehên cuda bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo ÎTU Kurdî ragihandin û diyar kirin ku êriş ne tenê li dijî klûbekê, li dijî hebûna gelê Kurd e.
Xwendekarên Kurd ên zanîngehên cuda bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo Klûba Ziman û Çandî Kurdî ya ÎTUyê (ÎTU Kurdî) ragihandin. Di daxuyaniya ku ji aliyê xwendekarên Kurd ve hat parvekirin de hat bibîrxistin ku ÎTU Kurdî di 5ê Adara 2026an de bi fermî hatiye naskirin. Lêbelê piştî vê gavê, 36 klûbên li zanîngehê ji bo girtina Klûba Kurdî îmze kom kirine. Xwendekaran ev yek wekî mînakeke eşkere ya “siyaseta nefretê û înkarê” pênase kirin.
Şopandina fîzîkî û gefên faşîst
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku endamên klûbê rastî gef û şopandina fîzîkî tên. Hate ragihandin ku komên faşîst xwendekaran heta wargehên wan dişopînin, navên wan dipirsin û zextên sîstematîk li ser wan ava dikin. Xwendekaran diyar kir ku ev êriş ne bûyerên ji rêzê ne, lê bi zanebûn û bi awayekî rêxistinkirî tên kirin.
‘Zanîngeh divê cihên azadiyê bin’
Xwendekarên Kurd bal kişandin ser nakokiyên li ser gotinên “demokrasiyê” yên li Tirkiyeyê û wiha gotin: “Tengkirina qada demokratîk li zanîngehan û astengkirina azadiyan nayê qebûlkirin. Zanîngeh divê bibin cihên ku nasname, ziman û ramanên cuda bi azadî lê bijîn. Em ê li hemberî vê pergala tirs û gefê bêdeng nemînin.”
Banga tifaqa li dijî zilmê
Di dawiya daxuyaniyê de xwendekarên zanîngehên cuda yên ku xebatên zimanê Kurdî dikin, hevgirtina xwe ya bi xwendekarên ÎTUyê re radigihînin û wiha gotin: “Em ê hevgirtin û tifaqa li hemberî van êrişan xurt bikin. Zimanê me nasnameya me ye, Kurdî hebûna me ye.”







