Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê bi armanca jinan bi sporê re bîne ba hev, Tûrnûwaya Voleybolê ya Jinan a 2emîn da destpêkirin. Bi giştî dê 21 tîm têbikoşin.
Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê ji bo jinan bi sporê re bîne ba hev, hêza yekîtiyê ya sporê û hevgirtina jinan derxe pêş, Tûrnûwaya Voleybolê ya Jinan a 2emîn da destpêkirin. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, Endamên Meclîsa şaredariyê, Alîkarên Hevşaredaran û Hevşaredara Sûrê Gulan Fatma Onkol tevlî bernameya destpêkirina tûrnûwayê bûn.
Di roja pêşîn ya tûrnûwayê de tîma Wejîn-Sur Roza 0, Egîtîm-Sen 2-OHD 1 û Şaredariya Peyasê 2-Pîr Sultan 0 têk bir.













