Danişîna yekemîn a doza 6 endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê biryar da ku her 6 ciwan bên berdan.
Danişîna yekemîn a doza endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê yên bi navê Ferhat Gezer, Yûsûf Demîrpolat, Suleyman Kahraman, Halît Konûk, Haşîm Kûtlûk û Ozcan Dal ku di 21ê Cotmeha 2025an de li Amedê hatibûn girtin, li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Ji ciwanên ku bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” , “tevî ku polîsan hişyarkirine belav nebûne” , “Li dijî polîsan li ber xwe dane” , “Bi awayekî zanebûn peywîrdarekî cemaweriyê birîndar kirine” û “Zirar dane mal û milkê cemaweriyê” dihatin darizandin Ferhat Gezer negirtî dihate darizandin. Malbatên ciwanan û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir.
Dozgeriya ku mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir, xwest ku girtina ciwanan bidome. Ciwanên ku parastina xwe kirin tiştên ku pê dihatin sûcdar kirin qebûl nekirin û xwestin ku bên berdan. Pişt re parêzeran jî parastina muwekîlên xwe kir. Parêzeran jî sûcdariyên derbarê muwekîlên xwe de qebûl nekirin û xwestin ew bên berdan.
Piştî parastinan şandeya dadgehê biryar da ku her 5 ciwan bên berdan û danişîn taloqî 16ê Hezîranê kir. Malbatên ciwanên ku piştî 6 mehan hatin berdan ji bo wan pêşwazî bikin çûn ber deriyê Girtîgeha Amedê.
Çi bûbû?
Platforma Ciwanên Welatparêz ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve” di 18ê Cotmehê de meşek li dar xistibû. Piştî meşê ciwan ji aliyê rayedarên AKPî û Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Alî Yerlîkaya ve hedef hatibûn nîşandan.
Polîs di 21ê Cotmehê de li gelek bajaran di ser malan de girtibûn û 6 ciwan hatibûn binçavkirin. Ciwanên ku 3 rojan di binçavan de mabûn û di 24ê Cotmehê de piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Pişti îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Nobedar a Amedê hatibûn kirin. Dadgeriyê biryara girtina ciwanên bi navê Ferhat Gezer (17), Yûsûf Demîrpolat, Suleyman Kahraman, Halît Konûk, Haşîm Kûtlûk û Ozcan Dal dabû.









