Li navçeya Misircê ya Sêrtê bi pêşengiya jinan û bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de bal kişandin ser nêzîkatiyê desthilatê yê ku bi neyênî nêzîkî pêvajoyê dibe û gotin: “Cihekî ku aştî û muzakere lê hebe divê ew du alî be. Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe.”
Li navçeya Misircê ya Sêrtê bi pêşengiya jinan û bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi dirûşmeya “Em gotina aştiyê bi gel re ava aikin” li Parka Demorasiyê civîna gel hate lidarxistin. Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, hevşaredarên Misircê, endamên partiyên siyasî û gelek endamên saziyên sivîl tevli civînê bûn.
Hevseroka DBPê ya Sêrtê Sayîre Eren pêşî axivî û got: “Nêzîkê sal û nîvekî em di nava pevajoyekê re derbas dibin. Divê em weke her tim hewl bidin ku karê xwe bi rêk û pêk bikin. Divê pergal jî êdî gavên şênber biavêje.”
‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî anî ziman ku daxwaza wan a herî mezin ew e ku pêvajoyê bi civaka xwe bidin fêmkirin û got ku bi vê mebestê ew ê di nava civaka Kurd e karê xwe bikin û wiha axivî: “Ji roja ku pêvajoya aştiyê hatiye destpêkirin, heta roja em her tim li qadan in. Daxwaza me ew e ku ev pêvajo bi encam bibe û bi ser bikeve. Pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Olacan ve hatiye destpêkirin zêdetirî sal û nîvek derbas bû. Herî zêde dayikên me yên kezeb şewitî pêşengtî li vê pêvajoyê dikin. Di heman demê de hevalên me yên jin jî kedeke mezin didin. Û wekî ku em dibinin li gelek qadan jinên têkoşer kedeke gelek mezin didin. Em jin bi peywira xwe pêşengiya vê dîroke dikin. Statûya Kurdî çand, huner, nasname û ziman û keda bi salan ji bo me gelek bi nirxe. Ev qonaxa ku em tê de ne, ew jî li ser wê mîradeyê ye. Êdî em hatine wê qanoxe ku em aştî û azadiya xwe bi dest bixin. Li her çar aliyên Kurdistanê gelek berdêlên giran hatine dayîn. Bi pêşengiya jinan li rojavayê Kurdistanê şoreşeke mezin bi me dan nasîn û ji gelek gelan re pêşengtî kir. Muzakerevanê sereke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Cihekî ku aştî û muzakere lê hebe divê ew du alî be. Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe.”
‘Ciwan bi rêya hişbir û fuhûşê hedef tên girtin’
Piştre Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û got: “Bi gelemperî polîtîkayên şerê taybet bi taybetî jinên ciwan û li ser ciwanên Kurd bi rêya hişbir û fuhûşê hedef tên girtin. Armanca vê yekê dûrxistina wan a têkoşîna siyasî ye û ev tişt di bin çavdêriya mekanîzmayên dewletê de tên kirin. Di vê çarçoveyê de bûyerên mîna Gulistan Dokû û Îpek Er wekî mînakên van polîtîkayan e. Ji avakirina Tirkiyeyê û vir ve hatiye xwestin ku Kurd bêne tunekirin an jî bêbandorkirin. Lê gelê Kurd xaka xwe neterikandiye û bi gelên din re têkoşînê mezin kiriye. Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla çek şewitandin rê li ber siyaseta demokratîk vekirin. Nasname, çand û zimanê Kurdî bixe dixe bin ewlehiyê û dewlet dema gavên hiqûqî biavêje, divê daxwazên vî gelî li ber çavan bigire.“
Herî dawî Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar banga tevlibûn mitîngê li welatiyan kir û bername bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.


















