Hate zanîn ku sibe komeke nû ya dîlgirtiyên ku di destê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de ne, dê werin serbestberdan. Hate ragihandin ku koma sêyemîn ji 300 kesan pêk tê.
Di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê de pêguhertina girtiyan berdewam dike. Li gorî nûçeya ANHAyê piştî hevdîtin û hewildanên di navbera aliyan de sibe (9ê Nîsanê) qonaxeke nû ya serbestberdana dîlgirtiyan dest pê dike. Ev koma ku tê payîn ji 300 kesan pêk were, wekî mezintirîn koma ku heta niha di carekê de hatine berdan e.
Berî niha du kom hatibûn berdan
Wekî tê zanîn, berî niha du komên girtiyên siyasî serbest hatibûn berdan. Di qonaxa destpêkê de hejmarek dîlgirtî hatibûn berdan ku piraniya wan jin, kal û pîr û kesên nexweş bûn. Piştî qonaxa yekem, komeke din a dîlgirtiyan serbest hatibû berdan. Tê payîn ku bi berdana vê koma sêyemîn a ji 300 kesan pêk tê, hejmara kesên hatine rizgarkirin zêdetir bibe.













