Li rojnameger Cîhan Berk ê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû girtin, 6 sal û 3 meh ceza hat birîn û hat berdan.
Danişîna duyem a doza nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Pîrê (PÎRHA) yê Dêrsimê Cîhan Berk li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê hat lidarxistin. Cîhan Berk ê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû girtin, li eywana danişînê amade bû. Her wiha li gel parêzer û malbata wî gelek kes beşdarî danişînê bûn.
Piştî parastinan şandeya dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Cîhan Berk birî û biryara berdana bi şertê kontrola edlî da. Her wiha dadgehê der barê Cîhan Berk de biryara qedexeya derketina derve jî da.











