* Kovar- Rojnameya Serxwebûnê di 1emîn Kongreya PKKê de di sala 1982yan de dest bi weşanê kir, dîsa piştî kongereya 12emîn a PKKê ya di sala 2025an de weşana xwe piştî 44 salan bi dawî kir. Serxwebûn li her derê bû dengê têkoşînê û li her derê Kurdistanê û cîhanê bû sedem ku dirûşma “Ji Serxwebûn û azadiyê bi rûmettir tiştek nîne” olan da.
* Girtîgehên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê veguherîne saziyên binpêkirinên mafan. Girtî rastî îşkenceyê, muameleya xerab, lêgerînên dijhiqûqî, cezayên disîplînê û hwd. tên û di girtîgehên wekî Tîpa S, Tîpa Y û Ewlehiya Bilind de îzolasyoneke demdirêj tê sepandin.
* Keleha Wanê ya ku wekî “Textê Nemir ê Rojhilat” tê pênasekirin, bi dîroka xwe ya 2850 salî re arşîveke mezin a şaristaniyên herêmê ye. Keleh ku li ser zinarekî kilsî yê asê li rojhilatê Gola Wanê bilind dibe, di serî de şaristaniya Urartûyan, piştre jî çanda Kurdan, Pers, Bîzans, Sasanî û Osmaniyan di nava xwe de dihewîne.
* DEM Partî ji bo Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ê ku hatibûn kuştin dê li Goristana Avcilarê bernameya bîranîne li dar bixe. (15:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk dê li dijî înfazên siyasî û bidarvekirinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li Qada Şêx Seîd daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18:00)
Kirmanckî
* Koyê Axdadî û koyê Xarşîye hetêka ra destê xo zimistanî ra nêkerdo û bi heybetê xo yê verênî vewra sipîye danê we. Heto bîn ra zî wisarê reng bi rengî dest pêkerdo. Kişta vewre de, hetê xuşa xuşa awan de, mîyanê kemeran de, her ca de galûrî sur kenê.








