Tevî ragihandina agirbesta demkî ya di navbera Îran û Amerîkayê de jî êrişên komên çekdar ên li ser Herêma Kurdistanê dewam dikin. Duh derengiya şevê li asîmanê Hewlêrê dronek hate xistin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh derengiya şevê li asîmanê Hewlêrê dengê dronan hate bihîstin. Piştre hate ragihandin ku droneke xwekuj a komên çekdar ku hewl dida êriş pêk bîne, beriya ku bigihêje armanca xwe ji aliyê sîstemên parastina asîmanî ve hate xistin. Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama xistina dronê de tu ziyaneke canî çênebûye.
Rejîm êrişan ranawestîne
Ligel ku Amerîka û Îranê ji bo kêmkirina aloziyan û rawestandina şer, agirbesteke demkî ya ji bo 2 hefteyan ragihandine jî rejîma Îranê û komên milîs ên li Iraqê guh nadin vê agirbestê û êrişên xwe yên li ser xaka Herêma Kurdistanê didomînin.
Ji destpêka şerê Îsraîl-DYA û Îranê Herêma Kurdistanê bi berdewamî dibe armanca êrişên dronî yên van komên çekdar. Bûyera duh bi şev jî careke din nîşan dide ku metirsiya li ser ewlekariya herêmê tevî peymanên dîplomatîk hîn jî berdewam dike.













