• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Rejîma Îranê girtiyan darve dike û cenazeyan nade malbatan

    Rejîma Îranê girtiyan darve dike û cenazeyan nade malbatan

    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

    ‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

    ‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Rejîma Îranê girtiyan darve dike û cenazeyan nade malbatan

    Rejîma Îranê girtiyan darve dike û cenazeyan nade malbatan

    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

    ‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

    ‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Siyasetmedarên Kurd: Pêkanîna yekitiyê ji bo Kurdan bûye ferz

Ugur Dînler / AW

11 NÎSAN 2026 - 10:43
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Siyasetmedarên Kurd Menîce Rumeysa Gulmez û Îmam Taşçier li ser yekitiya Kurdan û kongreya neteweyî bang li partî û saziyên Kurdî kirin û gotin: “Divê siyaseta Kurd li dora banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin yek û divê kongreya neteweyî demildest pêk were.”

 

Kurd di qonaxeke gelek girîng re derbas dibin. Li Bakurê Kurdistanê giran jî be pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” didome, di meha Çileyê de êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê pêk hatin sekinîn, bi êrişên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê, bandorê li her çar aliyê Kurdistanê dike. Bi her awayî Gelê Kurd û siyaseta Kurd ji demên gelek girîng re derbas dibe. Gelê Kurd herçiqas ji derve bi cîranên derdora xwe re daxwaza siyasetek demokratîk bimeşîne jî di siyaseta navxweyî de jî daxwaza herî girîng pêkanîna “yekitiya neteweyî” ye. Li herêm, bajar û welatên derve gelê Kurd û dostên Kurdan bi yek dengî diruşmên “Yek e Yek e Yek e, Gelê Kurd Yek e”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” banga yekitiyê diqêrin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtinan de daxwaza avakirina siyaseta demokratîk û pêkanîna kongreya neteweyî dike.

Endamên Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Îmam Taşçier û Menîce Rumeysa Gulmez têkildarî “Yekitiya Neteweyî ya Kurd” ji ajansa me re axivîn.

‘Dewlet ne yekîtiya ne azadiyê ji bo Kurdan naxwazin’

Siyasetmedar Îmam Taşçier da zanîn ku yekîtiya Kurdan piştî sedsala 20an hatina cem hevdu zehmet e û wiha got: “Gelê Kurd çima nayê cem hevdu? Ji ber ku li çar perçeyên Kurdistanê çar dewletên dagirker hene. Ev dewletên dagirker naxwazin Kurd werin cem hevdu û bibin hêz. Ev dewlet naxwazin Kurd werin cem hevdu û bibin hêz. Lewre naxwazin ji bo xatirê yekîtiyê, ji bo yekrêziyê kongreyekî were lidarxistin, bi her awayî astengî derdixin. Berjewendiyên van dewletên dagirker ne di yekîtiya Kurdan de, ne jî di azadiya Kurdan de ye.”

‘Birêz Ocalan pir dixwaze Kongreya Yekitiyê were pêkanîn’

Îmam Taşçier diyar kir ku banga Kongreya Neteweyî ne îro duh jî hatibu kirin lê hinek hêz, her tim li hember pêkhatina vê kongreyê disekînin û ev tişt anî ziman: “Rêberê Gelê Kurd ji bo pêkanî kongreyê bang kiribû. Dîsa di 2013an de birêz Ocalan ji Mesûd Barzanî û Celal Talabanî, ji temamê partî û rêxistinên Kurdistanî re name şand. Di 2013an de, di wê demê de li Hewlêrê ji bo xatirê Kongreya Neteweyî nêzî 39 partiyên Kurdistanî civîn çêkirin. Di wê de jî dem bi dem hêzên dijber xwestin astengiyan derxînin. Lê dîsa birêz Ocalan, bi wan şert û mercên girankirî yên li Îmraliyê, bi her awayî got: ‘Bila Mesûd Barzanî bibe serokê wê, em jî amade ne, astengiyek tune ye.’ Nêzîkî pênc mehan xebatek hat meşandin. Piştî wê şerê li Sûriyê zêde bû, li Rojava zêde bû, ji ber wê yekê ew hate rawestandin. Lê nehate belavkirin. Di vê yekê de, birêz Ocalan pir dixwaze ku Kurd yekîtiya xwe ava bikin û Kongreya xwe çêbikin.”

‘Kongreya Neteweyî asta herî jor e, asta herî bilind e’

Di berdewama axaftina xwe de Îmam Taşçier destnîşan kir ku pêkanîna kongre ne wek konferansekê hatina ba hev, rûniştin û belavbûnê ye û wiha pê de çu: “Dema kongre pêk were, ew ê her çar aliyên Kurdistanê, rêxistinên wê, şexsiyetên wê û artêşa wê hemûyan di nava xwe de bihewîne. Ji ber wê di sala 2013an de ev kongre bi ser neket. Lê dîsa birêz Ocalan bang kir, got ku divê Kurd Kongreya Neteweyî demildest li dar bixin û bila dîsa got bila birêz Mesûd Barzanî bibe serokê kongreyê û vê kongreyê bicivîne. Ji bo xatirê Kurdan, yekîtiya wan û yekrêziya wan, divê ew jî destê xwe têxe bin kevir bi rastî. Lê heta niha jî ev yek nehatiye pêkanîn. Çima bi ser neketiye? Yanî hinek şert û mercên wan ên heyî an jî şertên din ji bo vê yekê astengiyan derdixin.”

‘Kongreya Neteweyî pêymana yekitiyê ye’

Îmam Taşçier di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku heke kongre vê gavê neyê pêkanîn dibe ku rewşa Kurdan 100 sal din jî her xirabtir bibe û wiha derbirî: “Kongreya Neteweyî peymana yekîtiyê ye. Kurd bi avakirina yekitiyê ve şert û mercên hebûnê ji cîhanê re eşkere dike. Kongreya Neteweyî asta herî jor e, asta herî bilind e di yekîtiyê û yekrêziyê de. Zimanê Kurdan tê înkarkirin, çanda Kurdan tê înkarkirin, asîmîlasyon heye. Kurd bi zimanê xwe perwerde nabin, Kurd li ser axa xwe azad najîn. Evana hemû mafên mirovahiyê ne. Kurd ji bo ku li ser axa xwe azad bijîn, divê kongreya xwe demildest pêk bînin.”

‘Yekdengiya Gelê Kurd pêşveçûneke erênî bû’

Endama Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk û Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Rumeysa Gulmez diyar kir ku di van demên dawî de gelê Kurd daxwaz û hezkirina xwe ya ji bo yekîtiyê, bi dil û can û bi awayekî fedakarane li hemû aliyên cîhanê daye nîşan dan û wiha axivî: “Li qadan, kolanan û meclîsan de Gelê Kurd dengê xwe bilind kir û ji bo vê yekê her tiştê ku ji destê wan hat kir. Li vir gelê kurd fêmkir ku eger yekîtiya xwe ava nekin, bi hev re nebin û tifaqa xwe pêk neynin, wê tu carî li Kurdistanê hêza wan çênebe û li hemberî dewletên din û dijminên xwe têk biçin. Bi vê yekê re, gel ev rastî dît, ango ev rojev dît û di qadan de yekîtiya xwe ava kir. Fikr û ramanên wan çi dibin bila bibin, hat dîtin ku di mijara Kurdîtiyê de dema yekîtî pêk neyê, dê têkçûnek çêbibe. Gel ev yek hem bi çavên xwe dît hem jî di pratîkê de tecrûbe kir. Ji ber vê yekê, ji bo rizgariyek pêk bê, mecbûr man ku di nav yekîtiyekê de werin cem hev. Ev di eslê xwe de pêşveçûneke erênî bû. Dema ku ev yekîtî pêk nehata, siyaset, partî û tevgerên Kurdan ev hêz û piştgiriya gel li pişt xwe nedidîtin û ji ber vê yekê jî nedihatin cem hev û yekîtî ava nedikirin.”

‘Siyaseta Kurd divê yekitiyê wekî ferzekê bibîne’

Di berfirehiya nirxandina xwe de Menîce Rumeysa Gulmez da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd ya kongreya neteweyî bangeke gelekî girîng bû û ev tişt anî ziman: “Ev bang ji bo me, ji bo Kurdan, hem bangeke ferz û hem jî mecbûrî bû. Pêwîst e êdî gelê Kurd, tevgerên Kurd û serokên partiyan baş bizanin. Eger bi rastî derdê we Kurdistan be, derdê we gelê Kurd û derdê we serkeftin û bidestxistina mafên vî gelî be, hûn mecbûr in ku dest bidin hev û bibin yek. Divê ev yek li ser xwe wekî ferzekê bê dîtin. Ne tenê ji ber gotina brêz Ocalan, di rastiyê de şert û mercên cîhanê û yên erdnîgariya ku em tê de dijîn vê yekê ji me dixwaze. Ango hewce nedikir ku Ocalan ji bo vê yekê bang li me bikira. Heger wî ev bang nekira jî, dîsa hewce bû ku serokên civak, partî û tevgerên Kurdan bigotana: “Pêwîst e kongreyek bê lidarxistin, em werin cem hev û pergalekê ava bikin”. Ev bangewazî ji aliyê birêz Ocalan ve hatibe kirin an jî ji aliyê kesekî din ve bihata kirin jî, di encamê de daxwazeke rast bû. Divê em li ser vê rastiyê werin cem hev û tifaqekê ava bikin.”

‘Ya ku me ji hev vediqetîne hesûdiya desthilatdariyê ye’

Menîce Rumeysa Gulmez anî ziman ku heke partiyên Kurdan di rastiyê de di vê mijarê de ji dil bin, di doza Kurd û welatparêziyê de ji dil bin, divê hemû cudahiyên xwe deynin aliyekî û wiha pê de çû: “Divê partî û saziyên Kurd bêjin ‘Dibe ku siyaset, nêrîn, gotin û îdeolojiyên me ji hev cuda bin, lê belê di berjewendiyên neteweyî de em mecbûr in werin cem hev’. Ji ber vê yekê, tiştê ku wan nayne cem hev hesûdiya desthilatdariyê ye. Ev nêzîkatî gelek tiştan ji destê mirov derdixe. Li Kurdistanê di vê qonaxê de, îdeolojî an partî çi dibe bila bibe, divê em werin cem hev û tifaqa xwe ava bikin. Di vê serdemê de, ji bo kurdan birêz Ocalan jî nirxek e, birêz Barzanî jî nirxek e, birêz Mazlûm Ebdî û birêz Talebanî jî bi nirx in. Kîjan partî an jî kîjan şexs ji bo her çar perçeyên Kurdistanê pêşengiyê bike, divê em rêzê jê re bigirin û li dora maseyekê kom bibin. Bi nêrîneke radîkal ez dikarim bibêjim, derdê hin partiyên biçûk yên Kurd ne gelê Kurd e. Eger derdê wan bi rastî gelê Kurd bûya, dê bigotana; ‘Her çend em di gelek xalan de ji hev cuda bin jî, di xala Kurdayetî û Kurdistaniyê de em dikarin werin cem hev’. Ya ku me ji hev vediqetîne jî hesûdiya desthilatdariyê ye.”

 

Etîket: Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanÎmam TaşçierKongreya NeteweyîMenîce Rumeysa Gulmezyekitiya kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Yekîtî wekî nan û av pêwîst e

Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Yekîtî wekî nan û av pêwîst e

3 SIBAT 2026
Hevserokê KNKê Karamûs: Xeterî didomin, dema konferansa neteweyî ye

Hevserokê KNKê Karamûs: Xeterî didomin, dema konferansa neteweyî ye

31 ÇILE 2026
Taşçier: Gelê Kurd çok nedanî û li ber xwe da

Taşçier: Gelê Kurd çok nedanî û li ber xwe da

2 MIJDAR 2025
Bîrtane: Heke em nebin yek dê sedsaleke din jî ji destê me biçe

Bîrtane: Heke em nebin yek dê sedsaleke din jî ji destê me biçe

6 TEBAX 2025
Kişanak: Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me de têdikoşe

Kişanak: Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me de têdikoşe

26 TÎRMEH 2025
‘Divê jin pêşengiya kongreya neteweyî bikin’

‘Divê jin pêşengiya kongreya neteweyî bikin’

4 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nerazîbûna heqareta li dijî Leyla Zanayê bû hinceta lêpirsînê

    Nerazîbûna heqareta li dijî Leyla Zanayê bû hinceta lêpirsînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şêniyên 5 gundên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê nikarin vegerin li cih û warên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedarên Kurd: Pêkanîna yekitiyê ji bo Kurdan bûye ferz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Piştî 5 salan ‘doza tazmînatê’: Dadgehê gefa girtinê li malbatan xwar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê: Ji bo azadiya Serok em tev li meşê bibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikan çîrokên nexşên xwe vegotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kaygusuz ê ji dest û lingê xwe astengdar hate tehliyekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (402)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne