Piştî êrişa li ser Balyozxaneya Îsrailê 17 kes hatibûn binçavkirin, ji wan 9 kes hatin girtin 3 kes jî hatin berdan. 2 kesên birîndar jî di nav de karûbarên îfadeyên 5 kesan didome.
Di 7ê Nisanê de 3 kesan êrişî Balyozxaneya Îsraîlê kiribûn û di encama êrişê de kesek hatibû kuştin. 2 êrişkar 2 jî polîs 4 kes birîndar bibûn. Piştî êrişê, têkiliya Yunus Emre Sarbanê ku di êrişê de hatibû kuştin bi DAIŞê re hatibû tesbîtkirin. Polîsan piştî êrişê gelek operasyon pêk anîn û 2 kesê birîndar jî di nav de 17 kes binçavkirin.
Ji 12 kesên îfadeya wan ya emniyetê bi dawî bû sewqî Edliye ya Stenbolê ya Çaglayanê hatin kirin. Ji 12 kesan 9 kes hatin girtin, 3 kes jî hatin berdan.
Tedawiya Onur Ç. û Enes Ç. li nexweşxaneyê didome, 3 kes jî hê di binçavan de ne.













