Di çarçoveya xebatên Meclisa Bilind a Hevkariyê ya navbera Sûriye û Urdinê de 9 peyman hatin îmzekirin.
Şandeyeke wezareta hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Esed El Şeybanî îro gihaşt Urdinê, ku tevlî xebatên dewreya duyemîn a Meclisa Bilind a Hevkariyê ya di navbera her du welatan de bibe.
Şandeya Sûriyeyê ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Urdinê û Wezîrê Derve Eymen Sefedî ve hate pêşwazîkirin. Her du wezîran beriya destpêkirina rûniştinan li ser têkiliyên dualî û mijarên girîng ên hevpar axivîn.
Piştre civîna wezîran a Meclisa Bilind a Hevkariyê ya Sûriye-Urdinê bi beşdariya şandeyên her du welatan dest pê kir. Piştî civîna yekemîn a ku di Gulana par de li Şamê hatibû lidarxistin ev dewre li Umanê hat organîzekirin. Ev yek di çarçoveya hewldanên hevbeş ên xurtkirina têkiliyên dualî û berfirehkirina warên hevkariyê di navbera her du welatan de di tevahî beşan de pêk tê.
Di civînê de 9 peyman têkildarî beşên pîşesazî, bazirganî, tenduristî, karûbarên civakî, ewqafê, perwerdehiya bilind, edalet û dadwerî, ragihandin, tûrîzm, poste û dravdana elektronîk hatin îmzekirin.
Di dawiya rûniştinan de hat gotin ku mekanîzmeya hawirdekirina nû ya li ser rêgeza beramberiyê ku wê ji 10ê nîsana 2026an ve dest pê bike were destpêkirin, komîteyeke veberhênanê ya hevbeş were avakirin û deriyê Nesbî/Cabir bi pergala xebitandinê ya 24 saetan were bipêşxistin.
Li gorî SANAyê, civînê bal kişand li ser xurtkirina hevkariyê di beşên enerjî û veguhastinê de, girêdana kehrebê û gazê, jinûve aktîvkirina xeta trênê, hevkariya di beşa avê de bi rêya pêşxistina Hawiza Yermûkê.













