Li gorî nûçeya Axiosê DYE û Îran bi ser dirêjkirina agirbestê û destpêkirina muzakereyên nukleerê li hev kirine û peyman li benda îmzekirina Serokê DYAyê Donald Trump e.
Di agirbesta DYA û Îranê de geşedanek nû rû da. Hat destnîşankirin ku di navbera DYA û Îran de peymanek li ser dirêjkirina agirbestê û destpêkirina muzakereyên nukleerê hatiye amadekirin. Li gorî agahiyan Serokê DYAyê Donald Trump hêj peyman erê nekiriye.
Li gorî agahiyên ji rayedareke payebilild ên Amerîkî hatine girtin Trump ji bo peyamanê erê bike çend roj mohlet xwestiye.












