Konsolosxaneya Amerîkayê ya Bexdayê Serokkomarê Iraqê yê nû Nizar Amêdî pîroz kir.
Konsolosxaneya Amerîkayê li ser navê nûnerê Amerîkayê yê Iraqê li ser hesabê xwe yê fermî Xê ji bo Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî peyamek weşand.
Di peyamê de hate diyarkirin ku Nûnerê Amerîka pîrozbahiya xwe pêşkêşî Serokomarê Iraqê yê nû Nizar Amêdî dike.
Di dewama peyamê de hate destnîşankirin ku Amerîka amade ye ku ji bo pêşerojeke serwer, aram û pêşketî bi rêveberiya nû ya Iraqê re bixebite.













