Ji ber nakokiyên nava rayedarên Îranê û daxuyaniyên nelihev yên Serokê Amerîkayê Trump baweriya ji bo muzakereyên di navbera Amerîka û Îranê de pêk tên hindî diçe qels dike.
Piştî agirbesta li Libnanê û hewildanên dîplomatîk yên bi DYAyê re, daxuyaniyên nakok yên rayedarên Îranê nîşan didin ku di navbera Mihafizên Şoreşê (Pasdar) û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî de şerekî dijwar yê desthilatdariyê heye. Ajansa Tasnîmê ya nêzî Pasdaran, bi tundî êrîşî Wezîrê Derve Abbas Arakçî kir û daxuyaniya wî ya derbarê vekirina Tengava Hurmizê de wekî şaşî û bêberpirsiyarî pênase kir.
Krîza Tweetê: Pasdaran ragihandina Arakçî red kir
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî, li ser hesabê xwe yê Xê ragihandibû ku di çarçoveya agirbesta Libnanê de, hemû keştiyên bazirganî dikarin li gorî şertên diyarkirî di Tengava Hurmizê re derbas bibin. Arakçî diyar kiribû ku ev biryar bi kordînasyona Saziya Lîmanan û Deryavaniyê hatiye girtin. Lê belê ev daxuyanî bû sedema hêrsa Pasdaran. Ajansa Nûçeyan ya Tasnîmê ku wekî dengê Mihafizên Şoreşê tê naskirin, bi sernaveke tund bersiv da û wiha nivîsand: “Tweeta xerab û kêm ya Arakçî: Afirandina gumanên nerast.” Tasnimê di nûçeya xwe de destnîşan kir ku heya ablukaya deryayî ya DYAyê neyê rakirin, vekirina tengavê nayê qebûlkirin û kontrola derbasbûnê bi temamî di destê hêzên çekdar de ye.
Ghalîbaf: Hurmuz li ser medya dijîtal nayê vekirin
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Ghalîbaf jî tevlî nîqaşan bû û hişyarî da ku eger dorpêçên DYAyê berdewam bikin, Tengava Hurmuzê vekirî namîne. Ghalîbaf bi awayekî sergirtî Arakçî rexne kir û got: “Mijarên stratejîk û ewlehiya neteweyî li ser torên civakî nayên diyarkirin.”
CENTCOM: Trafîqa keştiyan dest pênekiriye
Tevliheviya li Îranê bandoreke rasterast li aboriya cîhanê kir. Piştî daxuyaniya Arakçî, bi hêviya ku rêya petrolê vedibe bihayê petrolê daketibû. Lê belê piştî berteka Pasdaran, Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî (IEA) ragihand ku girtina tengavê rojane dibe sedema windakirina 10 milyon varîl petrolê û ev yek di dîrokê de krîza herî mezin a peydakirinê ye.
Wezîra Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper û Fermandariya CENTCOMê ya DYAyê jî da xuyakirin ku tevî agirbestê jî, trafîka normal ya keştiyan li Hurmuzê hîn dest pê nekiriye û Tehran peyamên nakok dide cîhanê.
Derza di nav rejîmê de: Taktîk an rast e?
Analîstên siyasî balê dikşînin ser vê dubendiyê û pirsa, “Gelê ev taktîk e an dubendiyek rasteqîn a navbera aliyên rejîma Îranê ye?” dikin. Li gorî nêrîna gelemperî vê carê rewş cuda xuya dike. Nakokiya di navbera Wezareta Derve û Pasdaran de nîşan dide ku rejîm di kontrolkirina pêvajoya piştî şer û peymanên bi Pakistanê re rastî zehmetiyên mezin tê.
Pezeşkiyan û Pasdaran jî hatibûn hember hev
Dema ku Pasdaran hewl dide kontrola muzakereyan ji nû ve bigire destê xwe, dabeşbûna di navbera saziyên dewletê de li ber çavê raya giştî ya cîhanê eşkere dibe. Berya vê heman mesele di navbera Serokomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan û Pastdarên Şoreşê de jî rû dabûn. Li ser bertekên Pasdarên Rejîma Îranê Pezajkiyan xwe kişand ser hev û di nava bêdengiya xwe de vê nakokiya di navbera xwe û Pasdaran de veşart e.













