Amed – Bi hatina demsala biharê re, welatiyên Amedê ji bo komkirina nebatan berê xwe didin Baxçeyên Hewselê. Welatiyên ku giyayê qîwarê kom kirin vê nebata bi şifa wekî kevneşopiyekê didin hev, destnîşan dikin ku qîwar hem xwarineke tamxweş e hem jî ji bo gelek nexweşiyan derman e.
Bi hatina biharê re dema pincaran jî dest pê kir. Her demsalek xwedî nebatên cuda ye. Taybet jî li Kurdistanê bi hatina biharê re gelek berhemên nebata jî derdikevin holê û şîn dibin. Wekî erdnîgariyek çar demsal lê tên jiyîn, Kurdistan di aliyê nebatan ve wekî bihûştê ye. Bi taybet giya ango pincarên cur bi cur ku di demsala biharê de şîn dibin û di çanda herêmî de cihekî girîng digirin. Mînak her sal weke kereng, pûng, xerdel, pirpar û pincarê din hem ji bo xwarinê û hem jî ji bo feydeyên wan ên tenduristiyê tên tercîh kirin.
Ji bo tenturistiyê bi fayde ye
Wek wan cureyên nebata jî qîwar e. Nebata qîwarê hem ji bo xwarinê û hem jî feydeyên wê yên tenduristiyê jî xwedî dewlemendiyeke mezin e. Li gorî baweriyê ji bo rakirina toksînan û xurtkirina pergala parastinê baş e. Her wiha tê gotin ku helandina rûnê di bedenê de hêsan dike û ji bo kevirên zeravê jî bi feydeye. Gelek kes ji vê nebatê jî sûd werdigire. Welatiyên Amedê yên ku li baxçeyê Hewselê de giyayê kivark kom dikirin Mahmut Erdogan û Sara Bulut li ser faydeyên kivarkê agahî dan ajansa me.
‘Ev der jixwe cihê qîwar e’
Hemwelatî Mahmut Erdogan destnîşan kir ku ew ji bo komkirina qîwar hatine û axivî: “Gelek caran em tên, em qîwaran kom dikin. Ev der jixwe cihê qîwar e. Ji bo xwarinê xelk tê van qîwaran kom dike. Hin kes dibêjin qîwar, hind jî jê re dibêjin kenger. Di dema baranê ye, ev der şil e, herî bûye. Baş derketiye, wekî avê ye ji bo wan. Dibêjin qîwar ji bo nexweşiyan jî baş e. Di her demsalê de em hîn bûne, em tên li van deran, di van bexçeyan de kom dikin. Ji bo xwarinê, ew jî bi malbatî dixwin.”
‘Bi zêde barîna baranê qîwar jî baş şîn bûn e’
Mahmut Erdogan têkildarî guherîna baxçeyan jî wiha got: “Ev der, ev bexçe pir berhemdar e. Berê li vê derê darên xoxan hebûn, darên gûzan hebûn. Hemû jê kirin; niha bexdenûs û marûlan lê diçînin. hîn jî ew tenê mane. Îsal baran pir bariya, lewma hîn baştir şîn bûne. Ev jî wekî kevneşopiyekê ye. Em her sal di vê demsalê de tên kivarkan kom dikin, ji xwe re dixwin û diçin. Dibêjin ji bo nexweşiyan baş e. Ew tolîk, tûzik, tirşok em wan nas dikin. Ev e, tiştekî din nîne.”
‘Em dixin nav rûn û hêkan, pir xweş dibe’
Sara Bulut jî anî ziman ku ew derdikevin nav zeviyan û pincaran didin hev û wiha axivî: “Di vê mehê de hewa xweş dibe. Mirov derdikevin, diçin nav zeviyan û pincaran didin hev. Navê vê pincarê qîwar e. Em hûr dikin û dikelinin weke kengeran. Em li vir kom dikin, dibin malê û li ser agir dikelînin. Em hinekî xwê jî pê werdikin. Piştre em ji nav avê derdixin, di parzûnê re derbas dikin û diguvêşin. Em dixin nav rûn û hêkan, pir xweş dibe. Em di nav rûn de digel hêkan sor dikin. Ew bi piranî sade tê xwarin, lê di rewşa normal de mirov dixe nav nan jî weke kulîçe an nanê sêlê. Bi awayê sade tê xwarin. Hin kes hûr dikin dixwin, hin kes jî hişk dikin. Em weke kengeran di nav rûn û hêkan de sor dikin, ew jî xweş e. Bi rastî tama wê ne weke ya kingeran e, lê ew jî tamxweş e.”












