Komîteya Gel û Baweriyan a KCKê Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan bi daxuyaniyekê pîroz kir û xwest ev cejn bibe wesîleya aştî û xwîşk-biratiyê.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCKê bi boneya Cejna Çarşema Sor daxuyaiyek weşand. KCKê di daxuyaniya xwe de Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir.
KCKê di destpêka daxuyaniya xwe de cejna Çarşema Sor pîroz kir û wiha got: “Di baweriya gelê me yê Êzidî de ev cejn xwedî cih û wateyeke mezin e. Hêvîdar im ku cejn bibe wesîleya xêrê û bereketê bi xwe re bîne. Em hêvî dikin ku Çarşema Sor aştî û xwişk-biratiyê bîne her derê ku ji bo Êzidiyan tê wateya destpêkirina sala nû û xak û mirovan digihîne pîrozmendiyê.
Bingeha cejnê xweşî, başî û exlaqî ye
KCKê da zanîn ku Gelê Êzidî bi hezaran sal in cejna Çarşema Sor pîroz dike, bi bîr xist ku di bingeha cejnê de xweşî û başiya exlaqî heye û wiha got: “Ev pîrozbahî tê wateya berxwedêrî û israra wan a ji bo parastina nasnameya xwe ya çandî. Berxwedana bi vê taybetmendiyê kir ku Êzidî li hemberî her cûre êrişan hebûna xwe biparêzin. Gelê me yê Êzidî ku rabirdûya xwe ya qedîm ji bîr nekiriye, Çarşema Sor a ku di bîr a baweriyê de xwedî cihekî taybet e îsal bi wateyeke hîn kûr pîroz dike.”
Berxwedana li dijî fermana 74an hişmendiya bingehîn afirand
Di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku xwedîderketina civakekê ya bawerî û çanda xwe tê wateya parastina hebûna xwe û wiha pê de çû: “Gelê me yê Êzidî ku heta niha bi dehan caran komkujî bi serê wan ve hat, herî dawî di 3ê Tebaxa 2014an de li komkujiya çeteyên DAÎŞê yên selefî cîhadîst rast hat. Li hemberî vê êrişa qirkirinê ya ku weke fermana 74an derbasî nava dîrokê bû gelê me yê Êzidî li gel berxwedana xwe ya çandî û baweriyê bi rêbazên xweparastinê li ber xwe da û li cih û warê xwe ma. Berxwedana xweparastinê ya ku tevkarî li berxwedana xwe ya çanda civakî û nasnameya baweriyê kir, yekîtiya wan xurt kir, kir ku bi rêxistinî têbikoşin û li gel van pêşketinan bûn xwedî tecrûbeyeke girîng a siyasî. Berxwedana ku li hemberî fermana 74an dan û heta îro jî bê navber dewam dikin, hişmendiyeke bingehîn di nava gelê me yê Êzidî de afirand.”
Hişmendiya derketiye holê destpêkirina ‘Ronesansê’ ye
KCKê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku li qadên civakî, siyasî, xweparastin û baweriyê yên li her qada jiyanê himendiya derketiye holê ji bo gelê Êzidî bû wesîleya destpêkirineke Ronesansê û wiha domand: “Bêguman li gel xweparastinê, hişmendiya ku xwe ji nirxên weke cejna Çarşema Sor xwedî dike jî di dewamkirina hebûna Êzidiyan û berxwedana li dijî her cûre êrişê de xwedî pareke mezin e. Êzidî di roja me ya îro de jî li ser rêya civaka demokratîk gelekî bi pêş ve çûne. Êzidî ku di mijara xwerêvebirinê de bûne xwedî tecrûbe, li ser bingeha pêwîstiyên bîra dîrokî di rêwîtiya nûbûnê de pêşketineke girîng bi dest xistine.”
Di atmosfera şer de tê pîrozkirin
Di berfirehiya daxuyaniya xwe de KCKê got ku Cejna Çarşema Sor îsal di atmosfereke Şerê Cîhanê yê 3yemîn de tê pîrozkirin û ev tişt gotin: “Ev şer dibe sedema felaketên mirovî yên mezin. Gelê me yê Êzidî di vê dema şer de bi xeteriyên nû re rû bi rû ma. Cejna Çarşema Sor a îsal li demeke bi vî rengî rast hat ku ev metirsî û gef dewam dikin. Ji ber vê jî pêwîstiya gelê me yê Êzidî ji her demê bêhtir bi wê yekê heye ku yekîtiya xwe xurt bike, çanda piştevaniyê ya nava xwe mezin bike, tedbîrên xwe yên parastinê zêde bike. Di serî de xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê divê Êzidî hemû li hemberî êrişên gengaz ên li ser hebûna wan gef e, bi hişmendiya welatparêziyê tedbîrên xweparastinê werbigirin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê Êzidî dema ku cejna xwe pîroz kir, wê van wezîfeyên girîng ji rojeva xwe nexîne.”
Cejn bila bibe wesîleya xwedî nasnamebûnê
KCKê di dawiya daxuyaniyê de hevrêyên xwe yên li dijî êriş û qirkirinê ya 3ê Tebaxa 2014an jiyana xwe ji dest dane bibîranî û wiha derbirî: “Em bang li Êzidiyan û tevahiya gelê xwe dikin ku xwedî li bîranîna şehîdan derkeve û careke din Cejna Çarşema Sor li gelê me yê Êzidî pîroz dikin. Em hêvîdar in ku cejna îsal bibe wesîleya wê yekê ku Êzidî bi nasnameya xwe ya civakî û baweriyê, bêyî ku li gef û êrişekê rast bên bi rengekî demokratîk û azad bijîn.”













