Li gorî agahiyan xwendekarek bi çek ketiye li Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anadoluyê ya Ahmet Koyuncu û derdor gulebaran kiriye. Di encama gulebaranê de birîndar hene.
Li gorî agahiyên xwendekarek bi çek ketiye li Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anadoluyê ya Ahmet Koyuncu û derdor gulebaran kiriye. Li gorî agahiyên destpêkê yên ji cihê bûyerê hatine wergirtin, di encama vê êrişê de herî kêm 11 xwendekar û 2 mamoste birîndar bûne. Her wiha hat ragihandin ku heman êrîşkarî hinek xwendekar jî wekî rehîn girtine.
Rehîne hene
Heta niha derbarê sedema vê êrişê de tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Piştî bûyerê hejmareke zêde ya polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Xebatên rizgarkirina rehîneyan û dermankirina birîndaran berdewam dikin.













