Li bajarê Gilgil ê Kenyayê agir bi wargeha xwendekarên keç ket. Herî kêm 16 kes mirin, 73 kes jî birîndar bûn
Li Dibistana Keçan a Utumishiyê ya Gilgila Kenyayê, nîvê şevê agir bi wargeha xwendekarên keç ket. Li gorî çavkaniyên polîsan, di şewatê de herî kêm 16 kes mirine, 73 kes jî birîndar bûne.
Şewat bi dema herêmî saet di 03:30’î de dest pê kiriye û Tîma Xaça Sor a Kenyayê jî tevli karê rizgarkirinê bûne.
Wezîrê Karên Hundir ê Kenyayê Kipchumba Murkomen û rayedarên polîsan çûn herêmê. Serokê Daîreya Lêpirsînên Krîmînal a Kenyayê Muhammed Amiin lêpirsîna li ser sedema rûdana şewatê li cih lêkolîn dike.
Beriya niha jî gelek caran li wargehên xwendekaran şewat rû dabûn. Di îlona 2024an de li nêzî bajarê Nyeriyê agir bi wargeheke xwendekaran ketibû û 21 xwendekar jiyana xwe ji dest dabûn.
Di sala 2001ê de jî li herêma Machakosê ji ber şewatê 67 xwendekarên lîseyê jiyana xwe ji dest dabûn.













