• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    Amadekariyên pevguhertina 200 girtyan tên kirin

    Amadekariyên pevguhertina 200 girtyan tên kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    Amadekariyên pevguhertina 200 girtyan tên kirin

    Amadekariyên pevguhertina 200 girtyan tên kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Gel ji Abdullah Ocalan bawer e, divê ji bo mafê hêviyê gav bên avêtin’

Amed / AW

14 NÎSAN 2026 - 12:44
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê DBPê yê Rezanê Şahîn Seyyar, Hevserokê DEM Partîyê yê Rezanê Îhsan Înatçî, Hevserokê DEM Partîyê yê Surê Huseyîn Karataş û Hevserokê DEM Partîyê yê Bajarê Nû Vedat Guleç têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn. Hevserokan destnîşan kirin ku hem ji ber baweriya gel pê tê hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkan karibe rola xwe pêk bîne divê mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan were pêkanîn û azad be.

 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” li raya giştî ya Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê kir. Piştî vê bangê Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd gelek gavên şênber avêtin. Lê piştî evqas gavên şênber ku jî ji aliyê dewletê ve ji bilî avakirina Komîsyona Meclisê gaveke şênber nehatiye avêtin. Rayedarên dewletê diyar kiribûn ku dê piştî Cejna Remezanê hin gavên qanûnî bên avêtin û Serokê MHPê yê Giştî Devlet Bahçelî jî hişyar kiribû ku divê demildest gav bên avêtin û hewcehî bi mijûlkirinê nîne.

Hevserokê DBPê yê Rezanê Şahîn Seyyar, Hevserokê DEM Partîyê yê Rezanê Îhsan Înatçî, Hevserokê DEM Partîyê yê Surê Huseyîn Karataş û Hevserokê DEM Partîyê yê Yenîşehîrê Vedat Guleç têkildarî pêvajoyê û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku divê mafê hêviyê were pêkanîn.

‘Gel daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dike’

Şahîn Seyyar, bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê “Mafê hêviyê” de û anî ziman ku tevî DMMEyê dem dabû dewleta Tirkiyeyê jî dewletê ev maf hêj jî pêk neaniye. Şahîn Seyyar bal kişand ser helwesta dewletê ya li hemberî biryarên hiqûqî yên navneteweyî û anî ziman ku heta binesaziya makezagonî neyê avakirin û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk neyê dê pirsgirêkên li welat çareser nebin.

‘Gelê me ji bo aştiyê amade ye’

Şahîn Seyyar destnîşan kir ku tevî 27 salên di bin zor û zehmetiyên girtîgehê de, Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de manîfestoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ragihand û wiha got: “Gelê me ji bo aştiyê amade ye, lê bêbaweriyek heye. Rêberê gel ev gav avêt û gel jî di hemû qadên jiyanê de li vê manîfestoyê xwedî derket.” Şahîn Seyyar di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser berjewendiyên hêzên hegemonîk û modernîteya kapîtalîst ku şer wekî amûrekî aborî û siyasî dibînin û wiha pê de çû: “Rêberê gelê Kurd di aştiyê de israr dike û dibêje; ‘Şer na aştî, mirin na jiyan, kuştin na bihevrejiyan.’ Lê belê hêzên şerxwaz berjewendiyên xwe di şer de dibînin, naxwazin aştî pêk were. Dixwazin bi kaos û tevlîheviyê welatan xera bikin û hegemonyaya xwe li ser ser û binê erdê bidomînin. Ji ber ku aştî zirarê dide wan, li hemberî aştiyê disekinin.”

‘Pêwîst e binesaziya vê aştiyê bi qanûnan were xurtkirin’

Şahîn Seyyar di dawiya axaftina xwe de wiha bangawaziya raya giştî û dewletê Tirkiyeyê kir: “Bangawaziya me ji raya giştî re ev e: Em bi vê pêvajoya ku Rêberê gelê Kurd daye destpêkirin bawer in. Pêwîst e em bi yekîtiyeke demokratîk pêşwaziya vê bikin. Divê em yekîtî, tifaq û hezkirina xwe xurt bikin. Bangawaziya me ji bo dewletê jî heye: Divê demildest gavên zagonî û makezagonî werin avêtin. Divê ev pêvajo bi makezagonan were destekkirin. Niha lingê vê pêvajoyê li hewa ye; divê naveroka wê were dagirtin. Weke ku Birêz Bahçelî jî gotibû, ‘Çivîka bêper nikare bifire.’ Pêwîst e binesaziya vê aştiyê bi qanûnan were xurtkirin da ku ev pêvajo bi selametî bigihe serî.”

‘Divê qanûn bên çêkirin’

Hevserokê DEM Partîyê ê navçeya Bajarê Nû Vedat Gûleç ji balkişand li ser “Mafê Hêvîyê” û got: “DMMEyê di sala 2014an de ji bo gelek girtiyan û ji bo Serok Apo biryarek da. Li gorî vê biryarê, mafê hêviyê yê Serokê Gelê Kurd Serok Apo heye. Li gorî vê biryarê divê Serok Apo ji hefsê were berdan û azad bibe.” Vedat Guleç bal kişand ser gotinên Serokê MHPê yê Giştî Devlet Bahçelî û ev tişt gotin: “Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî got ku divê Serok Ocalan li gorî biryarên DMMEyê ji zindanê were berdan. Lê belê ji bo vê divê di Meclisê de qanûn û rêzname derbas bibin. Ji bo vê yekê divê hikûmet qanûn û rêziknameyekê hazir bike û bişîne Meclisê.”

‘Bi taybetî ji bo Birêz Ocalan mafê hêvîyê’

Hevserokê DEM Partiyê yê Rezanê Îhsan Înatçî jî diyar kir ku “Mafê Hêviyê” di çarçoveya mafên mirovan de ji herkesê re derbasdar e û got: “Çimkî dema mirovek heta dawiya emrê xwe di zindanê de bîmîne, hiqûqa navneteweyî vê yekê red dike. Vî mafî dide her kesî, bi taybetî jî birêz Abdullah Ocalan. Ev mafê hêviyê pir tê gotin lê ji ber ku nakeve pratîkê baweriya xelkê jî ji gotinan nayê. Gotin bê wate dimînin. Ji ber vê yekê em hêvîdar in ku demeke nêz de pêşî li mafê hêviyê bê vekirin û hiqûq li gorî wê bê çêkirin. Bikaranîna mafê hêviyê kilîta derê demokrasiyê ye, kilîta derê wekheviyê ye.”

‘Em ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bawer in’

Hevserokê DEM Partîya Sûrê Huseyîn Karataş jî destnîşan kir ku divê “Mafê Hêviyê” were pêkanîn û got: “Gelê Surê dibêje iradeya me û her tiştê me di destê Serok de ye, dikare ser navê me bazarê bike û ew pêşiya me û Tirkiyeyê veke. Em bi wî bawer in.” Huseyîn Karataş jî bal kişand ser giringîya gotina Devlet Bavçelî û di berdewama axaftina xwe de qala pevajoya heyî kir û got: “Divê êdî gav bên avêtin. Gelê Kurd û Tirk gelên li Tirkiyeyê dijîn şer naxwazin. Em bawer in ku dê gotin hatine gotin werin bicihanîn.”

Etîket: DBPDEM PartîHuseyîn KarataşÎhsan ÎnatçîMafê HêviyêRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanŞahîn SeyyarVedat Gûleç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

14 NÎSAN 2026
Platformê Yewîya Cinîyanê Kurd cangorîyê Helebçeyî yad kerdê

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, DEM Partî û DBPê qurbaniyên Komkujiya Enfalê bi bîr anîn

14 NÎSAN 2026
‘Em ê dengê xwe bigihînin Serokatiyê’

‘Em ê dengê xwe bigihînin Serokatiyê’

14 NÎSAN 2026
Merasîma cenazeyê Zeynep Cansizê: Em soz didin ku em ê aştiyê bînin

Merasîma cenazeyê Zeynep Cansizê: Em soz didin ku em ê aştiyê bînin

13 NÎSAN 2026
Encamnameya civîna endamên Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê hat aşkerakirin

Encamnameya civîna endamên Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê hat aşkerakirin

13 NÎSAN 2026
DEM Partiyê danezana 1ê Gulanê aşkera kir

DEM Partiyê danezana 1ê Gulanê aşkera kir

13 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amedsporê di rêya şampiyontiyê de derbeyeke giran xwar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê dema qîwar e: Gelek fêydeyên wê ji tenduristiyê re hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Mbaye Dîagne peyama bi Kurdî: Em qet dev jê bernadin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Koma Berxwedan straneke nû: Rojava Rojhilat e Kurdistan Yek Welat e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bû rojeva medyaya sanal: Wekî Hz. Nûh keştiyek çêkiriye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojeva 14ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welat Çevîren: Birayê min xwe nekuşt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hat îdiakirin ku girtî Çevîren xwe kuştiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (520)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne