Malbatên girtiyan ên li bajarê Qamişloyê, ji bo serbestberdana zarokên xwe yên di destê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, çalakiyeke protestoyî li dar xist û xwestin ku girtî demildest serbest bên berdan.
Gelek malbatên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û sivîlên ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatine girtin û hêj nehatine berdan, li Çerxerêya Osman Sebrî kom bûn. Malbatan bi bilindkirina wêneyên zarokên xwe û pankartan daxwaza azadiya wan kir. Di tevahiya çalakiyê de diruşmeyên “Em girtiyên xwe dixwazin” û “Bi can û xwîn em bi te re ne ey girtiyên azadiyê” hatin berzkirin.
Hêj gelek girtî di zindanan de ne
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê de, di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de pevguhertina girtiyan jî hebû. Di vê çarçoveyê de hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 800, HSDyê jî 491 girtî bi hev guhertibûn. Lê belê, malbat diyar dikin ku hêj gelek kes di girtîgehan de ne û li benda serbestberdanê ne. Malbatan xwest ku peyman bê bi cihanîn û girtî demildest serbets bên berdan.













