Enqere – Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdullahê diyar kir ku tevî agirbestê dorpêça li ser Kobanê hêj jî didome û got: “Derman li Kobanê kêm in û jiyana nexweşan di xetereyê de ye.”
Êrişên hikûmeta demkî û hezên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê ku di 6ê Sibatê de li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabûn destpêkirin, binpêkirinên mezin ên mirovî derxistin holê. Bi hezaran welatî birîndar bûn û bi hezaran kes jî neçarî koçberiyê bûn. Piştî peymana di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Şamê agirbest hat ragihandin û di çerçoveya agirbestê de xebatên entegrasyonê didomin. Ji aliyekî ve xebatên entegrasyonê û ji aliyê din ve jî ji bo çareseriya pirsgirêkên welatiyên neçarî koçberiyê bûnê û welatiyên ji ber êrişan birîndar bûnê jî didomin. Her wiha tevî agirbestê jî li Kobanê dorpeç bi temamî ranebûye û berdewam dike.
Heyva Sor a Kurd ku di pêvajoya êrişan de roleke mezin girt ser milanên xwe û ji bo karesateke mezin pêkneyê dest bi xebatan kir piştî agirbestê jî ji bo alîkariya welatiyên birîndar, welatiyên neçarî koçberiyê bûnê û dabinkirina pêwistiyên nexweşan xebatên xwe didomîne. Li gelek kampên koçberan Heyva Sor a Kurd xizmeta tenduristiyê dide û pêdiviyên koçberan bi cih tîne. Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Hediye Abdullah, derbarê xebatên xwe û rewşa welatiyên li Rojava ku di êrişên mezin re derbasbûn ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
’50 hezar welatî li Qamişloyê bi cih bûne’
Hediye Abdullahê anî ziman ku Rojava gelek caran rastî êrişan hatiye û neçarî koçberiyê bûne, lê êrişên 6ê çileyê êrişên herî giran bûye. Hediye Abdullah wiha axivî: “Welatiyên di êrişên berê de koçber bibûn bi êrişên 6ê çileyê re careke din neçarî koçberiyê bûn. Beriya niha welatiyên koçber li hemû bajaran dihatin belav kirin. Lê di van êrişên dawî de li gelek bajaran welatî koçber bûn û piraniya wan jî li bajarê Qamişloyê hatin bi cih kirin. Herî kêm 7 hezar malbat yanî nêzî 50 hezar welatî li Qamişlo hatin bi cih kirin. Yanî bajarek ket nava bajarekî. Hemû dibistan ji koçberan hatin dagirtin. Hemû welatiyên Qamişloyê jî alîkariya koçberan kir. Weke Heyva Sor a Kurd me jî xwe gihand koçberan û alîkariya wan kir. Her wiha li seransarî Kurdistanê jî welatiyan alîkarî kirin. Lê herî zêde ji aliyê derûniyê vê welatî pirsgirêkên mezin dijîn. Heta niha jî di dibîstanan de dimînin. Dibîstan ji bo jiyana welatiyan ne cihên jiyanê ne. Welatî zahmetiyan dikşînin û rastî nexweşiyan tên. Ji ber rewşa koçberan şagirtên Qamişloyê jî nikarin perwerdehiyê bibinin.”
‘Tê payîn ku roja Pênçşemê hezar malbat vegerin Efrînê’
Di berdewama axaftina xwe de Hediye Abdullah da zanîn ku tê payin roja pençşemê hezar malbatên koçber vegerin Efrînê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çareseriya herî mayinde vegera hemû welatiyan ji bo cih û warên xwe ye. Divê hemû koçber bi awayekî aram vegerin cih û warên xwe ku ev pirsgirêk bê çareser kirin. Ji destpêka êrişan ve kar û xebatên me berdewam in. Niha jî ji bo pêwistiya koçberan em kar û xebatên xwe didomînin. Gelek tîmên me ji bo dabinkirina pêdiviyên welatiyan hene. Tîmeke me ji bo dabinkirina pêdiviya şîr ji bo zarokan kar dike. Tîmek ji bo dermankirina nexweşiyên welatiyan dixebite û weke klînîk kar dike. Tîmeke me jî pêdiviya xwarinê ya welatiyan dabin dike. Yanî 3 tîmên me bi rojane bi hev dû re ji bo çareseriya pirsgirêka welatiyan kar û xebatan dikin.”
‘Mayîna koçberan ya li kampan, ji bo tenduristiya wan xetereye’
Hediye Abdullah diyar kir ku mayina koçberan ya di kampan de ji bo tendûristiyê pirsgirêkên mezin derdixîne û wiha pê de çû: “Piştî êrişan li seransarî Kurdistanê û derveyî welat gelek alîkarî hatin şandin. Ji aliyê rêxistinên civakî ve gelek alîkarî hatin kom kirin. Lê pêwîstî ne tenê xwarin e. Em qala bi hezaran mirovan dikin. Nexweşî derdikevin, pêwistî bi ameliyatê çêdibe hwd gelek pirsgirêk derdikevin. Gelek derman gihiştin ber destê me û me hemû belavî welatiyan kirin. Li nexweşxaneyên gel bêpere welatî tên derman kirin. Lê hin nexweşxaneyên taybet hene dema pêwistiya welatiyan bi ameliyatê dibe divê bi pere werin ameliyat kirin û ji ber derfetan me nekarî ji welatiyan re bibin bersiv.”
‘Dorpeça li ser Kobanê berdewam dike’
Bi domdarî Hediye Abdullahê destnîşan kir ku dorpeça li ser Kobanê berdewam dike û ev tiştanîn ziman: “Di destpêka dorpeçê de jî weke Heyva Sor me hewldida xwe bigihînin Kobanê û me bi rêxistinên mirovî re jî têkilî danîn. Lê beriya heyvekê derfet çêbû û em derbasî Kobanê bûn. Me kervaneke alîkarî ku di nav de derman, şîrê zarokan û xwarin hebû jî bi xwe re bir. Heta niha jî dorpeça li ser Kobanê berdewam dike. Gelek şêniyên gundên Kobanê jî ji ber xetereyan berê xwe dan Kobanê. Dema em çûn Kobanê hin koçber vegeriyabûn gundên xwe. Me jî alikarî li gundên herî zêde ji êrişan bandor bibû belav kir. Lê mixabin piranî welatiyên li wan gundan malên wan rastî talanê hatibû. Li hin gundan jî welatî hê nedikarîn vegerin û di dibistanan de diman. Me alikariya wan welatiyan jî kir. Cara dûyemîn jî derfeta alîkariyê li pêşya me vêbû û me dîsa karwaneke alîkariyê derbasî Kobanê kir. Yanî derfeta alîkariyê tenê 2 caran kete destê me. Heke dîsa derfeta alîkariyê çêbibe em ê alîkariya welatiyan bikin. Hefteyek an 2 hefteyan carekê destur didin ku karwaneke alîkarî derbasî Kobanê bibe, lê ew jî têr nake. Di demsala zivistanê de ji ber sermayê 5 zarokan jiyana xwe ji dest da. Bi germbûna hewayê re weke berê rewşa welatiyan ne zehmet e. Lê dîsa jî dorpeç heye û welatî di bin dorpêçê de ne. Em hevî dikin ew dorpeç demildest bê rakirin. Banga me jî ew ê ku di demeke nêz de ew dorpeç rabe. Nexweşî çêdibin û welatiyên nexweş hene. Ew yek jî xetereyeke mezin li ser jiyana zarok û welatiyan derdixîne. Ji aliyê tenduristiyê ve pirsgirêkên mezin li Kobanê hene. Derman kêm in.”
Destûr nedan ku Heyva Sor derbasî Efrînê bibe
Hediye Abdullahê bi lêv kir ku piştî vegera koçberên Efrînê ji bo alîkariyê wan jî xwestiyê bi koçberan re biçin Efrînê, lê ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Şamê ve destûr nehatiyê dayin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke Heyva Sor me jî xwest em bi welatiyan re biçin Efrînê. Ji ber ku di rê de pirsgirêkên tenduristiyê jî derdikevin. Lê derfet pêşya me vênebû ku em bi koçberan re biçin. Ji bo wê jî weke Heyva Sor tu xebatên me li aliyê Efrînê nayê kirin. Em weke Heyva Sor saziyeke mirovî ya serbixwe ne. Me jî serdan kir ku em jî biçin Efrînê, lê tenê bersiva ku ji me re hatiyê dibêjin ‘hûn nikarin biçin’. Carekê derfet çêbû em çûn me alîkarî kir û em vegeriyan. Cara dûyem dîsa êre kirin, lê di rê de pirsgirêk derxistin û em jî neçar man vegeriyan. Lê niha divê pirsgirêk çênebe. Ji ber ku agirbest heye û entegrasyon pêk tê. Ji bo wê divê pirsgirêk dernexînin. Dibe ku ji ber nav jî astengiyan derdixînin. Armanca me alîkarî ye. Heke nav pirsgirêk be em neçar bimînin dikarin navê xwe jî biguherînin.”












