Bi dronên xwekuj êrişî Sûrdaş a li Silêmaniyê, Xelîfan û Koyê yên Hewlêrê hatin kirin. Têkildarî ziyanên êrişê ti agahî nehatiye girtin.
Piştî bêdengiya çend rojan ya ji êrişên li ser Herêma Kurdistanê, careke din bi dronên xwekuj êrişî Herêma Kurdistanê hate kirin. Li gorî agahiyên hatin girtin êriş li ser sînorên Silêmaniyê û Hewlêrê hatine kirin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê êrişî Kampa Sûrdaş a li sînorê Silêmaniyê hatiye kirin. Kampa Sûrdaş kampeke taybet ya welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û kesûkarên Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê lê dijîn. Li gorî dîmenên belav bûne, dronan kabîneyeke nava kampê kiriye hedef.
Li aliyê din hate ragihandin ku êrişa drona xwekuj a li Xelîfanê ya Hewlêrê hatiye tinekirin.
Her wiha hat ragihandin ku bi dronan êrişî nêzîkî Kampa Azadî ya welatiyên Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn, hatiye kirin.
Heta niha têkildarî ziyanên êrişê ti agahî nehatiye girtin.
Hê jî ti aliyekê êriş negirtiye ser xwe.













