Piştî geşedanên di çarçoveya lêpirsîna der barê windakirina Gulistan Doku, jinan meş pêk anî û xwestin ku Waliyê Dêrsimê Tuncay Sonel ê berê bê darizandin.
Platforma Jinan a Dêrsîmê, der barê binçavkirinên di çarçoveya lêpirsîna der barê xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ya ku ji 5ê çileyê 2020an de ye agahî jê nayê girtin de, daxuyaniyek da. Jinên li Kolana Hunerê hatin gel hev berbi Qada Seyîd Riza ve meşiyan. Jinan pankarta ‘Em dest jê bernadin. Gulistan Doku li ku derê ye?’ û pankarta ku wêneyê Gulistan Doku li ser bû vekirin û dirûşmeyên ‘ne edaleta mêr edaleta rast’, ‘Ji bo Gulistan Doku edalet’, ‘qetilkirinên jinan polîtîkin’ berzkirin.
‘Divê gumanbar bûn darizandin’
Ligel malbata Gulistan Doku gelek jin tevli meşê bûn û piştî meşê li qadê daxuyanî hat dayîn. Li ser navê platformê Nurşat Yeşîl axivî û da zanîn ku ew 6 sal in ji bo Gulistan Doku têdikoşin û wiha got: “Divê gumanbar bi bandor bên darizandin û aqûbeta Gulistanê di tarîtiyê de nemîne. Gulistan Doku di 2020an de ji yurda lê diman veqetiya û carek din agahî jê nehat girtin. Malbata wê ji Amedê hat Dêrsimê îxbar kir. Piştre xebat hatin destpêkirin. Encama lêkolînan de derket holê ku Gulistan Doku bi hevalê xwe yê berê Zaînal Abakarov re li ber kafeyekê nîqaş dike û sînyalên telefona wê li ser Viyaduka Sarisaltuk a Bendava Uzunçayirê hat tespîtikrin. Waltiyê wê demê Tuncay Sonel bi zimanekî teqez got Gulistan xwe kuştiye û wê bedena wê bibînin û bidin malbatê.”
Nurşat Yeşîl wiha anî ziman: “Binçavkirin di alî lêpirsînê de girîngin. Tiştên îro hatine jiyîn dereng be jî bersiva têkoşîna bi salan hatiye dayîn êye. Em dizanin ku yên hevkarên sûcin hatine parastin, veşartin.Yên delîl reşkirin û pêşî li pêvajoya lêpirsîna bi bandor girtin, yên bûn sedema derengmayîna edaletê kîne? Em ê ji bo ku sûcdar bên cezakirin têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Kuştinên jinan polîtîk in’
Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû jî axivî û got: “Mirinên bi gûman yên jinan di bin navê întîxarê de tên girtin. Gumanbar ji aliyê daraza mêr ve tên parastin. Ji ber vê ev cînayetên polîtîkin. Dozger, midûrê emniyetê, rektorê zanîngehê yên wê demê li ser peywirê bûn, divê ji lêpirsînê bên derbaskirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin, bêdeng nemînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.













