Li Mereşê di êrîşa çekdarî ya li hember dibistanê de hejmara miriyan derket 9an.
Li Mereşê li hember dibistaneke navîn êrîşa çekdarî pêkhat. Piştî êrîşê gelek ambulans hatin sewqkirin.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Wezîrê Karê Hundir Mustafa Çîftçî da zanîn ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derketiye 9an. Li aliyê din jî hat hînbûn kesê êrîş pêk aniye gavê wî endamê emniyetê yê berê ye.
Qedexeya RTUKê
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê(RTUK) der barê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî da û daxuyand ku divê bi şahidan re roportaj neyê kirin û dîmenên cihê bûyerê neyê weşandin.













