Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku agirbestek demkî ya deh rojan di navbera Libnan û Îsraîlê de îro dest pê dike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî peywendiya ku hem bi Serokê Libnanê Cozêf Ewn hem jî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re kir, rêkeftinek ji bo destpêkirina agirbestek demkî di navbera Libnan û Îsraîlê de ragihand. Ew rêkeftin ji îro ve heta 10 rojan dom dike.
Trump di postekê de got, “Min bi Serokê Libnanê yê rêzdar Cozêf Ewn û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axaftinên pir baş kirin. Van her du rêberan li hev kir ku aştî di navbera her du welatan de pêk were. Ji ber wê ew ê bi fermî agirbestek 10 rojî dest pê bikin ku ji saet 5:00 PM bi dema rojhilat a DYAˊyê dest pê dike.”
Trump diyar kir ku wî Cîgirê Serok J.D. Vance, Wezîrê Derve Rubio û serokê Serfermandariya Hevbeş Dan Keane erkdar kirine ku “bi Îsraîl û Libnanê re bixebitin da ku aştiyek mayînde pêk bînin.”












