Wezîrê Parastinê yê DYAyê Pete Hegseth, piştî geşedanên dawî yên li herêmê daxuyaniyeke tund da û ragihand ku artêşa Amerîkayê amadekariya êrîşeke berfireh li dijî navendên krîtîk ên Îranê dike.
Wezîrê Parastinê yê DYAyê Pete Hegseth derbarê êrişên dê îşev li dijî Îranê pêk bînin daxuyaniyek da. Hegseth di daxuyaniya xwe de bal kişand ser liv û tevgera Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) û destnîşan kir ku bersiva wan a leşkerî dê giran be.
‘Îranê şansê peymanê bikar neanî’
Hegseth wiha got: “CENTCOM dê vê şevê mijûl bibe, ji ber ku em ê bi tundî li Îranê bixin. Şansê Îranê hebû ku peymaneke mezin bike, lê wan ev qebûl nekir.”
‘Em dê navendên stratejîk bombebaran bîkîn’
Wezîrê Parastinê yê DYAyê diyar kir ku firokeyên şer ên Amerîkayê dê navendên stratejîk ên li hundirê Îranê bikin armanc. Hegseth, armanca vê operasyonê wekî hewldanek ji bo behskirina şertên Washingtonê pênase kir û got:
“Ji DYAyê dê bombe, bombe û bombe bi ser navendên krîtîk ên li Îranê de bibarin. Ev ne ji bo destpêkirina şerekî nû ye, ji bo tespîtkirina şertên peymanekê ye.”













