Li Stenbol û Dêrsimê di serdegirtinên malan de 4 kesên ku di nav de endamên SMFê hene, hatin binçavkirin.
Polîsan îro danê sibehê li Stenbol û Dêrsimê avêt ser gelek malan. Di serdgirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin. Di nav kesên ku hatine binçavkirin de endamên Federasyona Têkoşînê ya Sosyalîst (SMF) jî hene. 4 kes bi hinceta “Fînansmanê rêxistinê ne” hatin binçavkirin.
Li Stenbolê kesê bi navê Metîn Keleş, Îsa Yalçin û Sînan Yalçin, li Dêrsimê jî rêvebera şaxa Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Dêrsimê Yaprak Kurban hate binçavkirin.
Hat zanîn ku dozgeriyê biryara nepeniyê daniye ser dosyeyê.













