Rapbêj Serhado pîştî 11 salan di Mitînga Azadiyê ya Amedê de derket li ser dikê û bi stranên xwe girse coşand. Serhedo got: “Em aştiyê dixwazim.”
Di pêşengtiya DEM Partî, DBPê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Îstasyonê ya Amedê “Mitînga Azadiyê” hat li darxistin. Ji bilî Amedê, ji bajarên derdorê jî bi hezaran kes tevli mitînga bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve” hat lidarxistin bûn. Di nav bi hezaran kesên ku tevli mitîngê bûn de, siyasetmedara Kurd Leyla Zana jî hebû. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada mitîngê li 3 aliyan hatin daliqandin. Di mitîndê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzikirin û welatiyan li ber stranên Kurdî govend gerandin.
Piştî axaftinan rapbêj Serhado bi tilîlî û çepikan derket ser dikê wiha got: “Piştî 11 salan dîsa vegeriyam welatê xwe. Ev çi hîseke xweş e. Dema binçavkirinê de min ji wan re got, ‘Hûn çima min binçav dikin? Ez ji bo mitînga azadiyê hatime, em aştiyê dixwazin’. Ji ber meseleyeke beriya 13 salan doz vekirine. Em hatine aştî û aramiyê. Dengê Rêberê me qut dikin çima ji Rêber Apo ditirsin. Em aştiyê û aramiyê dixwazin. Di vê pêvajoyê de çavê dinyayê li ser me ye. Çiqas ba û bahoz rabin jî li ser rêya xwe bin. Her bijî gelê me yê hatî mitîngê.”
Serhedo dûre bîranîneke xwe ya derbarê Amedsporê de vegot û bi strana Amedsporê girse coşand. Serhedo piştre strana “Lo Dilo” got û diyarî hunermend Beytocan ê ku beriya çend salan wefat kir.
Girse bi Serhedo re stran gotin û bi telefonan dîmen kişandin.


















